Parlamenterê Iraqê: Herêm pabend nebe jî dê Bexda mûçeyê karmendan bişîne

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabend be yan nebe, Bexda dê mûçeyên karmendan bişîne, lê eger pabend nebe, pereyê ji bo proje û geşepêdana parêzgehan wernagire.

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mistefa Senad diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî radestkirina dahata wan be yan nebe, dê Bexda mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

Parlamenter got; “Budçeya ji bo veberhênan û cîbicîkirinê bi radestkirina dahata petrol û dahata derveyî petrole ve girêdayî ye. Ger Hikûmeta Herêmê pereyê van dahatane neşîne, dê budçeya van sektoran negire. Bi biryara Dadgeha Federal ya Iraqê guhertina yasaya bûdceyê ji bo guhertina bendên girêdayî mûçeyên karmendên herêmê hêsantir kiriye.”

(wd)