Sed cûrên nû li peravên Şîliyê hatin kifşkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenên ku di dilê okyanûsa li Şîliyê de hatine kişandin, bûne sedem ku zanyar bi tesadufî nêzî sed cûrên potansiyel yên nû yên binê avê keşf bikin. Di nav wan de masî, cûrên biqalik û mercan hene.

Zanyaran destpê kirin ku nexşeya binê deryayê li Şîliyê amade bikin. Vê rêwîtiyê hişt ku zanyar bi dehan cûrên potansiyel yên nû yên binê avê kifş bikin.

Di nav van de masiyên japon yên ku dişibin ji xêzefilman derketine, mercanên spîral, singer û heta yên biqalik û nermik jî balê dikişînin.

Li gorî Erîn Eastonê ku li Zanîngeha Teksasê Rio Grande Valleyê doçente, di daxuyaniyekê de ji bo bernameya nûçeyan ya li ser RTS’yê, tîmê lêkolînê rastî cîhanek nepen û balkêş hat.

Easton got: “Me karî zêdetirî 150 cûrên ku berê nehatibûn raporkirin li herêmê hatin dîtin û em difikirin ku 100 an zêdetir ji wan cûrên nû ne. Her wiha me gelek cûrên din yên mercana jî dîtin ku belkî çend hezar salî bûn.”

Di eslê xwe de, diviyabû sefera vê mehê nexşeya çend çiyayên binê avê li beravên Şîlî bikira. Lêkolîneran ji bo li quntarên binê avê bigerin robotek bi kamerayan ve girêdayî şandin binê avê. Tenê dema ku zanyaran ev wêne dîtin, wan girîngiya kişfkirina wan fêm kirin.

Piştî vê lêkolînê demeke dirêj ya lêkolînê, di nav de bi dehan nimûne hatin berhevkirin. Wan dest bi analîzkirinê kirin da ku celebên nû yên ku hatine kişfkirin nas bikin.

Zanyaran diyar dikin ku di rewşa niha de yekane tişta teqez ewe ku ji ber madenvaniya deryayan qadên jiyanê êdî bêparastinin.

Heya niha tenê ji sedî 5 kûrahiya okyanûsê hatiye kişfkirin.