‘Kîjan wezaret lîsteya xwe temam bike dê Bexda mûçe jêre bişîne’

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Darayî ya Iraqê diyar kir ku her wezaretek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku lîsteya wê zûtir amade be dikare bişîne û mûçe rasterast were şandin, got “bêyî şandina mûçeyên Bexdayê em ji bo meha Adarê tu pere ji Herêma Kurdistanê re naşînin.”

Wezîrê Darayî yê Iraqê Teyif Samî îro li gel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê civiya û çend helwestên nû li hember Herêma Kurdistanê eşkere kirin ku ya herî girîng jî hat ragihandin ku şandina mehane ya 618 milyar dînaran bidawî bûye, di şûna wê de dê pere li gorî lîsteya karmendên mûçe bê dayîn.

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Nermîn Merûf beşdarî civîna îro ya li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê bû û têkildarî civînê got; “Di civînê de Teyif Samî got ‘her wezaretek ku lîsteyek hebe dikare bişîne û emê mûçe rasterast bişînin, yanî pêwîst nake hemû lîste di yek pakêtê de bê şandin. Ew gav ji bo wê yekê ye ku yek an du wezaretan karê xwe temam nekiribin, ji wezaretên karê xwe temam kirine re nebin asteng. Her wezaretek ku lîsteya xwe ya mûçeyan temam kiribe, dikare lîsteyê bişîne û wê mûçe ji wê wezaretê re bê şandin.”

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Nermîn Merûf tiştê ku Wezîrê Darayî gotiye ji bo meha Sibatê ye, lê ji bo meha Adarê bêyî vegerîna mûçeyan ji bo Bexdayê, pere nayê şandin.

(wd)