Li Bazyan 3 kes ji ber birîna daran hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Polîs û Daristanan a Silêmaniyê ragihand li bajaroka Bazyan ya girêdayî Silêmaniyê ji ber birîna darên xwezayî sê kes hatine binçavkirin.

Rêveberiya Polîs û Daristanan a Silêmaniyê di daxuyaniyek de ragihand ku li gundê Dergezênî Mehmud Feqê ya ser bi bajaroka Bazyan ya girêdayî Silêmaniyê sê kesên ku darên xwezayî birîne, hatin binçavkirin.

Hat gotin tîmên wan dest bi ser kelûpelên wan kesan ên ku dar pê birîne de jî girtine.

Hat diyarkirin kesên hatine binçavkirin radestî aliyên peywendîdar hatine kirin û lêpirsîna di derbarê wan de berdewame.

(kş)