Malbata Barzanî ji bo doza li Emerîkayê kompanya herî giranbiha ya parêzeran girtiye

NAVENDA NÛÇEYAN

Hat diyarkirin ku malbata Barzanî ji bo bersiva Dadgeha Federal ya Emerîkayê bide ku doz li li dijî wan hatiye vekirin, kompanya herî giranbiha ya parêzeran a bi navê Greenberg Traurig girtiye.

Ajansa Tevda Press di nûçeyek xwe de belav kir ku malbata Barzanî di hewldanên girtina doza ku li Dadgeha Federal a Emerîkayê li dijî wan hatiye vekirin de biserneketiye û ji bo wê yekê jî serî li kompanya parêzeran a bi navê Greenberg Traurig ku yek ji kompanyên herî giranbiha yên parêzerane daye.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku kompanya parêzeran a bi navê Greenberg Traurig, zêdetirî 2 hezar 750 parêzerên wê heye û li seranserî cîhanê ofîsên wê li welatên wek, Sîngapor, Çîn, Korya Başur, Polonya, Îmarat, Îsraîl, Erebîstana Siudî, Îtalya, Elmanya, Brîtanya, Holanda, Asya û Efrîqayê hene.

Di dawiyê de jî tê gotin hemû lobî û hewldanên Barzaniyan ên ji bo girtina soza li dijî wan bê encam mane û niha bi neçarî navê xwe li dadgehê tomar kirine û divê li dadgehê amadebin û li benda biryara dawî ya dadgehê bin.

(kş)

Li Dadgeha Emerîkayê dijî Barzaniyan dozek nû hate vekirin

Zanyariyên nû li ser doza li dijî malbata Barzanî ya li Emerîkayê hat eşkerekirin