Çalakvana jîngehê: Dewleta Tirk jenosîda xwezaya Kurdistanê dike

KERKÛK-ROJNEWS

Çalakvana jîngehê Şikofe Mihemed van êrişan weke jenosîda jîngehê binav dike û bang dike ku bi yasa û zagonan pêşî li êrişên dewleta Tirk bên girtin.

Dewleta Tirk ya dagirker bi hemû cûrên çekên qedexekirî êrişî li ser xaka Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê dike, li gel qirkirina Kurdan, xwezaya Kurdistanê jî wêran dike. Çalakvana jîngehê van êrişan weke jenosîda jîngehê binav dike û bang dike ku bi yasa û zagonan pêşî li êrişên dewleta Tirk bên girtin.

Dewleta Tirk a dagirker bênavber xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Di heman demê de çekên kîmyawî û çekên din yên qedexe li dijî gelê Kurd û xaka Kurdistanê bikar tîne. Daristanan dibire û milk, bax û zeviyên welatiyan wêran dike. Herwiha kanî, bîr, ava vexwarinê û çandiniya Kurdistanê wêran kiriye.

Çalakvana jîngehê (ekolojist) Şikofe Mihemed têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gelê Kurd û wêrankirina xwezaya Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

Şikofa Mihemed got; “Wek tê zanîn gelek cûrên qirkirinê (jenosîdê) hene. Qirkirina dawî jî qirkirina hawirdorê ye. Hinek pispor jêre dibêjin qirkirina jînegehê. Ev yek pir xeternake, bi taybetî di dema guherîna jîngehê de li herêmê. Divê em xwe ji bo berxwedanê li dijî guherînê amade bikin. Dewleta Tirk û Îranê bi balafirên şer û bêmirov Kurdistanê bombebaran dikin.”

Şikofe diyar kir ku êrişên dagirkeriyê û bombebaranan ziyaneke mezin gihandiye sewal û berhemên nebatan yên xwezaya Kurdistanê, bi taybetî li daristanên tejî ku 2 hezar heta 4 hezar cûrên giyayên xwezayî lê şîn dibin, ku beşek ji debara xelkê ne. Herwisa got ; “Yên din ji bo dermankirina nexweşiyan tên bikaranîn. Li Kurdistanê her tişt ji aliyê dagirkeran ve tê qirkirin.”

Çalakvana jîngehê Şikofe Mihemed bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li gorî destûra bingehîn sînorekê ji bombebaran û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re deynin û bersivê bidin binpêkirinên dewleta Tirk.

(wd)