Li ser rêya Kelek-Berdereş qezaya trafîkê: 5 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Trafîkê ya Dihokê ragihand ku li ser rêya Berdereş-Kelek qezayek trafîkê çêbûye û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberiya Trafîkê ya Dihokê bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya niha demek kurt li ser rêya Kelek-Berdereş yên ser bi Dihokê, qezayek trafîkê çêbûye.

Li gorî daxuyaniyê di encama qezayê de 3 jê jin, 5 kesan ijyana xwe ji dest dane.