Jinên Kurd her tim bûne dînamoya têkoşîna azadiyê

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Ocalan şoreş di nava şoreşê de ava kir û rê li ber Şoreşa Azadiya Jinê vekir. Jinên Kurd li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat niha bi têkoşîna xwe ya leheng di nava refên tevgera azadiya jinê de pêşengiya jinên cîhanê dikin. Di heman demê de ne tenê li Kurdistanê, li Îran, Efganistan, Tirkiye û welatên Ereb, Emerîkaya Latîn û hemû cîhanê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye dirûşmeya têkoşîna azadiya jinê.

Ji bo nirxandina pirsê û şîrovekirina her pêşketinekê, divê mirov xala destpêk, xala dawîn û dûrbûna di navbera wan de bihesibîne. Ger em li dîroka jina Kurd û rewşa wê binêrin û bi destkeftiyên jina Kurd bidin ber hev û binirxînin, jina Kurd di dîroka xwe de guhertina herî mezin çêkiriye û dîrokek nû tomar kiriye.

Di civakê jin ‘bindest û qels‘ tê dîtin

Civaka Kurd û bi giştî tevahiya Rojhilata Navîn qadên ku jin rastî çewisandinên dijwar hatine û hîna jî rojane tên binpêkirin. Di van civakan de jin ji mêran kêmtir tên dîtin, weke “bindest û qels” tên dîtin û bi vî awayî kesayeta wan tê binpêkirin. Jin ji cewhera xwe hatiye dûrxistin, weke kelûpel hatiye destgirtin, destûr nehatiye dayîn ku weke mirov tevlî jiyana civakî bibe û her tim derfeta pêşxistin û îfadekirina qabiliyetên xwe ji dest daye.

Civaka heyî bi êş û têkoşîna jinê, jiyanê avakiriye, bêyî vê êşê civak nabe. Lê belê pergala kapîtalîst û şaristaniya modern ji bo zêdetir bixebitin êşên jinan binpê kirine û faşîzm li ser cîhanê ferz kirine. Vê sîstemê ne tenê jiyana ku jinê afirandiye, her wiha beden û ruhê wê binpê kiriye. Ji ber vê yekê têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî û edaletê ji her demê girîngtir û pêwîstir e.

Jinê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û teslîm nebûye

Mirov dikare bêje ku destpêka vê nêrîna li jinê vedigere derketina desthilatdariya baviksalarî ku jin kir kole û bindestê mêran. Lê tevî van hemûyan jî jin ji bo ji vê rewşê rizgar bibe ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedaye û teslîmî rastiya ku li ser wan hatiye ferzkirin nebûye. Qonax bi qonax, bi şêwaz û formên cuda ji bo bidestxistina azadî, wekhevî û dadperweriyê têkoşîna xwe berdewam kiriye.

Bi serhildana Tevgera Azadiya Kurdistanê û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinên Kurd bûne dînamoya têkoşîna edalet û azadiyê ya hemû mirovahiyê.

Di qonaxa beriya pêşketina femînîzmê de, tevgerên xwedî dîrokên dûr û kûr hene. Ji ber wê li vir hîn zêdetir li ser piştî derketina tevgerên rêxistinî û serhildanên jinan ên di dema Şoreşa Pîşesaziyê de bisekinin.

Di sala 1857’an de, karkerên jin li kargeheke terzîtiyê li New Yorkê ya Emerîkayê, xwepêşandanek mezin lidarxistin û daxwaza kêmkirina demjimêrên kar û mûçeyên baştir kirin. Di wê demê de têkoşînek bênavber destpê kir û li bajar û welatên din belav bû. Jinan ji bo mafên xwe û hemû kedkarên cîhanê bi sedan qurbanî dane ku niha jî berdewame.

Bi serhildana Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê re dirûşme û bangawaziyek bi temamî cuda ya pêkanîna wekhevî û edaletê derket holê û azadî û statuya jinê bû şertê yekem û sereke ji bo bidestxistina maf û azadiyên hemû mirovahiyê.

Niha dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di encama têkoşîna azadiya jinên Kurd a li Bakurê Kurdistanê şax dayî û li Rojhilatê Kurdistanê berbelavbûyî de bûye cîhanî.

‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’

Rêber Ocalan jin weke yekemîn neteweya ku di dîrokê de hatî kolekirin pênase kir û piştî ku di sala 1998’an de îdeolojiya azadiya jinê ava kir got: “Heta jin azad nebe, civak azad nabe.”

‘Jin, Jiyan, Azadî’ berhema 45 salên têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Vê tevgerê di kongreya yekemîn de ku 2 jin beşdar bûn heta sala 1993’yan cara yekem pêgava ji bo avakirina artêşa jinan avêt. Di qonaxek dijwar de derbaz bû. Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê û destpêkirina têkoşîna çekdarî ya gerîla, jinên Kurd bi ked, têkoşîn û îsrara xwe cihê xwe di nava têkoşîna gerîla de kirin.

Li gel çiyayan jinên Kurd di nava civaka Bakurê Kurdistanê de bi awayekî berfireh xwe birêxistin kirin. Ji salên 1990’î bi taybet salên 2000’î ve têkoşîna jinên Kurd li kolanên Bakurê Kurdistanê mohra xwe li têkoşîna azadiya Kurdistanê xist. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berhema wê serdema têkoşîna azadiya jinê ya li Bakur e.

Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye dirûşmeya têkoşîna azadiya jinê

Ji wê demê ve ev dirûşme bûye sembola pêşengiya jinên Kurd di têkoşîna azadiyê de. Bi vî rengî şoreşa vejîna jinê careke din li ser xaka ku şoreşa çandiniyê lê pêkhatî destpê kir û gihişt asta ku niha li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û cîhanê belav bûye. Bi vê yekê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Ocalan şoreş di nava şoreşê de ava kir û rê li ber Şoreşa Azadiya Jinê vekir.

Jinên Kurd li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat niha bi têkoşîna xwe ya leheng di nava refên tevgera azadiya jinê de pêşengiya jinên cîhanê dikin.

Di heman demê de ne tenê li Kurdistanê, li Îran, Efganistan, Tirkiye û welatên Ereb, Emerîkaya Latîn û hemû cîhanê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye dirûşmeya têkoşîna azadiya jinê.

(fk)