Hatîmogûllari: Emê bajarên azad ava bikin

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qûbînê axivî û got: “Em bi demokrasiya xwecihî ve bajarên azad ava bikin. Em bi feraseta xwe ya şaredarvaniya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê tên.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de der basî Êlihê bû. Hatîmogûllari li Heskîfê çû serdana esnafan û li Kercewsê jî bi gel re hate gel hev. Piştre jî Hatîmogûllari der basî navçeya Qûbînê bû û bi gel re civiya.

Hatîmogûllari li Qûbînê ji gel re axivî û ji ewil parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Êlihê Mehmet Sîncar û rojnameger Cengîz Altûn bi bîr anî. Hatîmogûllari diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ciwan bi rêbazên şerê taybet hedef tên girtin û Gulistan Doku bi bîr xist. Hatîmogûllari got ku dê hesabê ji kesên van tiştan bi serê ciwanan tînin bipirsin.

Jin, Jiyan, Azadî!

Hatîmogûllari got ku di 24 saetên dawî de 8 jin hatine qetilkirin û wiha bertek nîşan da: “Em ji bo ji hêla mêran ve bên qetilkirin nayên vê dinyayê. Weke DEM Partiyê em ê mafê jiyanê yê jinan, mafên nûnertiya wekhev û hwd. heta dawiyê biparêzin. Dê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her tim dirûşma me be.”

‘Qeyûm dizin, dizên îradeyê ne’

Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser veguhestina “hilbijêran” û wiha got: “Zîhniyeta qeyûmperest a AKP’ê hewl dide bi rêya hîleyan şaredariyan bi dest bixe. Gelek leşker û polîs li herêman veguhestiye. Em dikarin vê vala derxînin. Ricaya min ji we ew e ku li ku derê xizm, dost, heval û hogirên we hebin qaneh bikin û bînin bajar da ku dengê xwe bidin. Ji kerema xwe bi şev û roj bixebitin. Li ku derê dibin bila bibin, bila biçin cem avahiyên me yên partiyê, em ê wan bînin vê derê. Qeyûm diz in, dizên îradeyê ne.  Van qeyûmên diz li Êlihê parka bi bihayê 650 milyon lîreyan bi 150 milyon lîreyan pêşkeşî alîgirê xwe kir.”

Şaredarvaniya pirzimanî

Hatîmogûllari da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê hewl dide ziman û çanda Kurdî bide jibîrkirin û wiha domand: “Qeyûmê Êlihê weke karê destpêkê malpera bi Kurdî girt. Weke karê ewil, her tiştên duzimanî ji holê raki. Tabelayên Kurdî rakir, navên kolanan guherand, peykerê Cegerxwîn rakir. Em ê qeyûman bişînin û şaredariya pirzimanî dîsa bixin meriyetê.

Hewl didin bajarên me yên xwedî dîrokeke deh hezaran salan tune bikin. Demek berê em ji Heskîfê hatin. Êşeke mezin kete dilê min. Êş a ku min ji ber erdhejên Hatayê hîs kirî, min ji bo Heskîfê jî hîs kir.  Dixwazin li Heskîfê yekperestiyê ferz bikin û tune bikin. Ev yek dijminatiya li dijî nasnameyê ye, ya li djiî bajar, dîrok û Kurdan e. Lê em soz didin ku dema me şaredarî bi dest xist em ê dîroka Êlih û Heskîfê bi hemû cîhanê bidin naskirin.

Emê kooperatîfên çandiniyê xurt bikin

Dê dikanên girtî yên Heskîfê bên vekirin û hemû esnafên me karekî baş bikin. Ji bo xelkê bajar bikare bi awayeke baş bijî, weke DEM Partiyê em ê piştgiriyê bidin çandinî û sewalkariyê û kooperatîfan xurt bikin. Li gel şerê ku ev 40 sal in didome, her wiha ji ber xizaniyê jî ji Êlihê koçberiyeke mezin çêdibe. Weke DEM Partiyê em ê bi polîtîkayên xwe rê li ber vê bigirin.

Em ê bi demokrasiya xwecihî ve bajarên azad ava bikin. Em bi feraseta xwe ya şaredarvaniya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê tên. Dê civînên meclîsa şaredariyê yekser ji gel re vekirî bên kirin, şefaf bin û hesabê bidin gel. Dê li her taxan nûnertî û meclîsan vekin û pirsgirêkên xwe tevî gel çareser bikin.

Saziyên jinan

Zîhniyeta AKP-MHP’ê hewl da hemû destkeftiyên me yên jinan tune bike. Qeyûman hemû xebatên ji bo jinan ji holê rakirin. Lê em soz didin jinan ku dê serokatiya daîreya jinan vekin, xizmetên şêwirmendiyê bidin, qursên pîşeyî bidin û îstîhdama jinan bikin.

Çareseriya pirsgirêka Kurd bi aştiya birûmet dibe

Îro 28’ê Sibatê ye. Anku salvegera Mitabeqeta Dolmabahçeyê ye ku di dîroka Tirkiyeyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavekî herî girîng bû. AKP’ê ev mitabeqet nas nekir û serî li rêya têkbirinê da. Em baş dizanin bê ka wê demê çi xefik hatin danîn. Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi aştiyeke birûmet dibe. Ji bo vê jî divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Heke îro li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê hebe, sedema vê ya herî girîng neçareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk e.

Emê aştiyê bînin

Em li Êlihê careke din soz didin ku dê aştiyê bînin vî welatî. Bila soz be ku em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin.”