‘Armanca êrişên dewleta Tirk astengkirina têkoşîna li dijî terorê ye’

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanc ji berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker têkoşîna li dijî terorê were astengkirin û aloziyeke mezin çêbe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Careke din û bi binpêkirina aşkera ya mîsaq û qanûnan dewleta Tirk vê sibehê êrişî herêma Dêrikê kir. Di encamê de birîndar û şehîd ji hêzên Sotoro çêbûn. Di wê êrişê de erebeyên wan hêzan li Dêrikê hatin hedefgirtin. Ev êriş bê guman hovîtiya dewleta Tirk û hedefgirtina ewlehî û îstîqrara herêmên me, piştî serkeftina hêzên me yên ewlehî di dîsplînkirina mijaran û têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞˊê de nîşan dide. Her wiha ev hewldana Erdogan û partiya wî ye ku ji raya giştî ya Tirkiyeyê birevin û berê raya giştî ber bi qaşo xeteriyên din ve bibin. Erdogan û partiya wî dibêjin herêmên me li ser Tirkiyeyê gefin. Ev êriş jî nîşaneya aşkera yên dijminahiya vîna gelê me di avakirina pergala xwe ya demokratîk de û hewldana gelê me ya avakirina projeya demokratîk li Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrişî herêmên me dike.

Em ji raya giştî û dewletên beşdarî agirbestê bûne, her wiha ji Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyaya Federal re dibêjin dewama van êrişan bi armanca aloziyeke mezin li herêmê çêbe û sînorê van êrişên neyênî tenê li herêmên me nasekine, ji lew re em bang li tevahî aliyên naborî dikin ku rola xwe bilîzin û li hember Tirkiyeyê bisekin ku êrişên xwe bi dawî bike. Ji ber ku bandorên wê li ser ewlehî û îstîqrara herêmên me mezine. Em ji raya giştî ya Tirkiyeyê re dibêjin ku çîrokên Erdogan û partiya wî bawer nekin, her wiha em ji gelê xwe re dibêjin ku em di parastina destkeftiyên xwe de bi israrin, emê bi fedakariyên pêkhateyên gelê xwe serkeftinê misoger bikin. Dewleta Tirk a ku di êrişên xwe de tu cudahiyê naxwe navbera pêkhateyan, ev yek nîşaneya em hemû hedefgirtî ne û tenê hilbijêra me parastina hevbeş û parastina destkeftiyane.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwzin, her wiha em diyar dikin ku bi hêz û hevgirtina gelê xwe emê serkeftinê pêk bînin û tevahî projeyên fitneyê û derbekirina îstîqrarê têk bibin.”