ROJEVA 29.02.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

– Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) wê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja bi daxuyaniyekê eşkere bike. (14:00)

– Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 35 meh zêdetir bi ti awayî agahî jê nayê girtin berdewame.

– Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bê navber berdewamin.

– Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker didomin.

– Xebat û kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li welat û dervey welat, bi awayekî berfireh berdewam dikin.

– Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 128 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.

– Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin 95 rojin bi biryardarî dewam dike.

– Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li seranserê Kurdistanê û cîhanê destpê kirine.

– Amadekariyên ji bo hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê berdewamin.

– Bangên ji bo boykota hilbijartina 1’ê Adarê ya li Îranê were kirin, her ku diçe berfirehtir dibin.

– Şer Hemas û Îsraîlê bi dijwarî berdewame, li gel vê êrişên li ser Lubnan û Sûriyeyê jî berdewamin.

– Êrişên Emerîka û Brîtanyayê yên li ser Hûsiyan didomin.

– Dadgeha Federal ya Iraqê biryara kursiyên kota yên ku bi salane ji aliyê PDK’ê ve tên bikaranîn hilweşand, rêveberê Peymangeha Kurdî ya ji bo hilbijartinan Aram Cemal derbarê biryarê de got; “Nûnerên pêkhateyan ên di parlementoyê de rola wan di kûrkirina pirsgirêkên siyasî de heye.”

– Dewleta Tirk êdî bi bomberankirina sinorên Başûrê Kurdistanê nasekine, ji berku di rastiyê de mesele ne PKK ye. Vê carê bi planek nû dixwaze tevayî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo ev plana xwe pêkbîne jî PDK raziye û hevkariya herî mezin bi dewleta Tirk re dike.

– Şoreşa hemdem ya Kurdistranê, şoreşa ciwanên welatparêz yên Kurde. Dema ku em rûpelên dîrokê vedidin, dibînîn ku jinên Kurd di pêşengtiya şoreşan de xwedî rolekê girîng û diyar bûn. Helwest, têkoşîn û çalakiyên wan bûn sembola berxwedan û şoreşa li dijî zilm û dagirkeriyê.

– Mamoste Qasim Keşko li ser hewldanên diyarkirina îdareya nû ya Şengalê bang li Encûmena Parêzgeha Mûsilê ya nû kir, nêrîna Rêveberiya Xweser esas bigire û got: “Ji bo îdareyeke nû ya Şengalê ku dê were diyarkirin, divê nêrîna Rêveberiya Xweser û xelkê were girtin. Nabe hebûna Rêveberiya Xweser were înkarkirin.”

– Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo 30 endamên sazî û rêxistinên Şengalê dewreyeke pewerdeyê ya bi navê Dewreya Şehîd Pîran dabû destpêkirin, serkeftî bidawî bû. Perwerde li ser hêmanên netewa demokratîk bû û dewre jî diyariyê Rêber Ocalan hate kirin.

– Êriş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker ên ser xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewame. Welatiyên Hewlêrê zêdebûna êrişên welatên cîran ên ser xaka Herêmê, girêdayî bêdengiya aliyên siyasî yên desthilatê û nebûna yekrêziya gelê Kurd ve dibînin. Her wiha bang kirin ku li dijî êriş û topbaran yekdeng û yekrêziya xwe avabikin.