Li Zîqar êrişî baregeha Heşdî Şeebî hate kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Iraqê ragihand ku direngiya şeva borî komek nenas bi çekên RPG êrişî baregeha lîwaya 14 ya hêzên Heşdî Şeebî kirine. Di encama êrişê de ziyanek mezin ya madî gihaye baregehê.

Medya Iraqê li gorî agahiyên ji çavkaniyek emnî girtî ragihand ku duh direngiya şevê li Zîqar, komek nenas bi çekên RPG êrişî baregeha lîwaya 14 ya hêzên Heşdî Şeebî ya kirine.

Hate diyarkirin ku di encama êrişê de ziyanên canî çênebûn, lê ziyanek mezin gihişte baregehê.

Her wiha hate destnîşankirin ku piştî êrişê, lêkolîn derbarê buyerê de hate destpêkirin.

(fk)