Berpirsên Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî civiyan

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, ragihand her sê komîsyonên bilind ên leşkerî ku ji bo bidawî anîna erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye avakirin, li gel berpirsên Hevpeymaniyê civiyan.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyek de ragihand, îro her sê komîsyonên bilind ên leşkerî ku ji bo bidawî anîna erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatiye avakirin, li Bexdayê li gel berpirsên Hevpeymaniyê civiyan.

Yehya Resûl diyarkir ku di civînê de behsa rewşa Iraqê, metirsiya DAIŞ’ê, her wiha bijardeyên niha û siberojê yên ji bo xurtkirina hêzên Iraqê hat kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî li Iraq û Suriyeyê êrişên li ser baregehên Emerîka û hêzên hevpeyman zêde bûn û Emerîkayê jî li di jî Heşda Şebî hin êriş pêkanîn, nîqaşên li ser derketina hêzên Emerîka û Hevpeyman ên ji Iraqê zêdetir bûn. Parlementer û berpirsên Iraqê bi cidî li ser vê mijarê disekinin.

(kş)