‘Divê sîstema mûçeyê karmendên Herêmê, wek yê karmendên Iraqê be’

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Darayî ya Iraqê Teyif Samî ragihand ku divê di mehên bê de sîstema mûçeyên Herêmê wek hemû karmendên Iraqî bi rêya kart û bankayan be. Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand, şandina mûçeyên meha duyemîn ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêdayî lîsteya mûçe û agahiyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê şandiye, ye.

Wezîra Darayî ya Iraqê Teyif Samî ragihand ku mûçeyê meha Sibatê ku bişînin wê yê dawî be û divê mehên di pêş de sîstema mûçeyan wek hemû karmendên Iraqê bi rêya kart û bankayan be.

Teyif Samî her wiha diyar kir ku ew demê li ber dest dikare ji bo çêkirina kartên bankayê ji bo karmendên Herêmê were karanîn, lê ger dem vale were xerckirin, wê kartên wan neyê temamkirin.

Her wiha Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Etwan Etwanî ji medya Iraqê re ragihand ku li gorî biryara Dadgeha Federal, mûçeyê meha Sibatê yê karmendên Herêmê wê li gorî ew lîste û agahiyên ku hikûmeta Herêmê ji bo Bexdayê şandî, were dayîn.

Etwan Etwanî derbarê mûçeyê meha 3 yê karmendên Herêmê de destnîşan kir ku divê mûçeyê meha 3 yê karmendên Herêmê bi rêya hejmara bankayê were dabînkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Dadgeha Federal a Iraqê li ser biryarên roja 21’ê vê mehê de, ragihand ku li gorî biryaran divê hikûmeta Herêmê û Bexdayê li ser dayîna mûçeyan û radestkirina dahata neftê û neftê, erkên xwe pêkbînin.

(fk)