‘Bi azadbûna Rêber Apo, wê pirgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin’

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Zêdetirî 35 mehin bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Tevî bi caran serdanên parêzer û malbatan jî hevdîtin têne astengkirin. Kesayetên ji beşên cuda yên Silêmaniyê diyarkirin ku dîlgirtina Rêber Ocalan, pirsgirêkên li Tirkiyeyê çaresernekiriye, lê bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê pirgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibe û li herêmê aramî mîsoger bibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 15’ê Sibata 1999’an li paytexta Kenya Naîrobiyê bi komployeke navneteweyî hate revandin û dîl hate girtin, 25 salin li Girava Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de ye. Ji 25’ê Adara 2021’an ve ku wê demê Rêber Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî bû ve agahî jê nayên girtin. Ev zêdetirî 35 mehin tevî heftiyê du caran malbat û parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan dikin jî lê bi ti awayî hevdîtin li gel nayê kirin.

Nivîskar Heme Ehmed di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Komploya 15’ê Sibatê di dîroka hemdem a gelê me de rojeke reş e ku tê de di nav dewletên kapîtalîst ên dewleta Tirk a faşîst de qirkirineke navneteweyî, dîlgirtin û girtina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate organîzekirin. Rêber Ocalan ji dema ku hatiye girtin û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ev çend sal in destûr nadin ku malbat û parêzerên wî hevdîtinê bikin û agahiyan derbarê tenduristiyan wan de bigirin.”

Nivîskar Heme Ehmed wiha axaftina xwe berdewam kir: “Rêber Ocalan di warê welatparêzî de xwedî ramaneke cudaye ku divê gelê Kurd hertim jê sûd werbigire û pê serbilind be. Komek ji mirovên pak û welatparêz li ser vê rêbazê dimeşin. Ji ber ku pêşeroj li ser vê rêyê ye, ramana wê di nav gelê Kurd de zelal û zindî ye.”

Her wiha Mamosta Awat Reşîd jî derbarê heman mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha pê de çû: “Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dîroka gelê me de rojeke reş e, bi komployeke navneteweyî ji aliyê dewletên kapîtalîst û dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn. Bi girtina Rêber Apo pirsgirêkên dewleta Tirk bi dawî nabe, hîn zêdetir kûrtir dike. Rêber Ocalan çiqasî di girtîgehê de bimîne ew qas kesayeta wî mezintir bibe.”

Mamosta Awat Reşîd di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi pênûsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biparêzin. Wê demê wê di çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de roleke mezin bilîze.”

(fk)