Li Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Dijî Terorê ya Iraqê ragihand ku sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û hinek tunel jî hatin îmhakirin.

Dezgeha Dijî Terorê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine ku yek ji wan li Kerkûkê dima û di beşa îdarî ya çeteyan de kar dikir.

Her wiha hate diyarkirin ku gelek baregeh û tunelên çeteyên DAIŞ’ê hatine ruxandin.

(fk)