Li Silêmaniyê welatiyekê ji Bakurê Kurdistanê hate qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê welatiyekî din yê ji Bakurê Kurdistanê qetil kir. Hate hînbûn ku welatiyê ku hatiye qetilkirin Abdulkadîr Sabrî Toprak’e.

Dewleta Tirk a dagirker di saetên borî de li Silêmaniyê li dijî welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk anî. Di encama êrişê de Abdulkadîr Sabrî Toprak jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku cenazeye wî rakirine Tiba Edlî ya Silemaniyê.

Hate hînbûn ku Abdulkadîr Sabrî Toprak bi salan ji ber sedemên siyasî li Başûrê Kurdistanê mafê penaberiyê xwestibû û demeke dirêj li nexweşxaneyeke taybet dixebitî.

Abdulkadîr Sabrî Toprakê ku hat qetilkirin xelkê bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bû, zewicî bû û 3 zarokên wî hebûn.

(wd)