Cenazeyê Toprak li Saziya Tiba Edlî tê ragirtin

NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê Abdulkadîr Sabrî Toprak yê îro danê nîvro li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Saziya Tiba Edlî hat girtin.

Îro danê nîvro saet derdora 15.30’an de li Cadeya 60 Metreyî li beramberî Xwaringeha Debaşan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êrişeke çekdarî hate kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 4 gule li bedena Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji Bakurê Kurdistanê ku di êrişê de bû hedef, ketin. Hat diyarkirin ku Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak li cihê bûyerê şehîd bûye û ekîbên tenduristiyê yên ku hatine cihê bûyerê cenazeyê wî rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku piştî karên nexweşxaneyê temam bûn cenazeyê Abdulkadîr Sabrî Toprak rakirin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Derbarê bûyerê de ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Silêmaniyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin. Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji bajarê Bêdlîsê yê Bakurê Kurdistanê, 12 sal berê ji ber sedemên siyasî penaberî Başûrê Kurdistanê bû. Şehîd Abdulkadîr Sabrî Toprak ku bavê 3 zarokan bû, li nexweşxaneyeke taybet dixebitî. Bernameya merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd hîn nehatiye diyarkirin.

(wd)