Cenazeyê şehîd Dr. Sabrî Toprak wê li Bakurê Kurdistanê bispêrin xakê

NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê şehîd Dr. Abdulkadîr Sabrî Toprak ku duh li Silêmaniyê di êrişek çekdarî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, wê li Bakurê Kurdistanê bispêrin axê.

Êriş û qirkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê berdewamin. Duh (29’ê Sibatê) di danê nîvro saet derdora 15.30’an de li Cadeya 60 Metreyî li beramberî Xwaringeha Debaşan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êrişeke çekdarî hate kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 4 gule li bedena Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji Bakurê Kurdistanê ku di êrişê de bû hedef, ketin û li cihê bûyerê şehîd bû. Cenazeyê Dr. Sabrî Toprak li saziya tiba edlî ya Silêmaniyê tê girtin.

Hîna faîlên terorkirina Dr. Sabrî Toprak nehatine girtin, li gorî agahiyên ji hêzên ewlehiyê hatine girtin lêpirsîn berdewame.

Bi awayekî girseyî serdanên ji bo malbata Toprak a li Silêmaniyê berdewamin, tê payîn li Silêmaniyê ji bo Toprak konê sersaxiyê were danîn.

Hate diyarkirin ku kesûkarên şehîd Dr. Sabrî Toprak ji Bakurê Kurdistanê hatine SIlêmaniyê. Malbat piştî proseyên fermi li Herêma Kurdistanê temamkirin, wê cenazeyê şehîd berbi Bakurê Kurdistanê ve bibin û li wir bispêrin xakê.

Lê hate destnîşankirin ku ji ber bêhndana fermî ya li Herêma Kurdistanê, proseyên fermî wê piştî çend rojan temma bibe.

Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê, 12 sal berê ji ber sedemên siyasî penaberî Başûrê Kurdistanê bû. Şehîd Abdulkadîr Sabrî Toprak ku bavê 3 zarokan bû, li nexweşxaneyeke taybet de dixebitî.

(fk)

Li Silêmaniyê welatiyekê ji Bakurê Kurdistanê hate qetilkirin

Cenazeyê Toprak li Saziya Tiba Edlî tê ragirtin