Ji lêgerîna fikrê Apoyî heya fermandariya Asayîşa Êzîdxanê: Şêrzad Şemo

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Şêrzad Şemo ku di rojên fermanê de bi fikrê Apoyî dibe yek ji ciwanên berxwedêr ê Şengalê tevlî pêngava rizgarkirina Şengalê dibe, di avakirina Asayîşa Êzîdxanê de cihê xwe digire, li dijî Peymana 9’ê Cotmehê têkoşîneke bêtirs dimeşîne û di temenekî ciwan de dibe yek ji fermandarên dilpola ê Şengalê.

Ji bo civaka Êzidî ku yek ji çand û baweriyên herî qedîm a Rojhilata Navîne, di dîroka desthilatdaran de tenê du rê hene. An wê dest ji bîr û baweriya xwe berdin û ji nîdama zordariyê re bibin xulam û kole an jî wê ji ferman û talanan netirsin û wekî civakeke berxwedêr hebûna xwe biparêzin. Ji bo parastinê jî tenê rêyek li ber Êzidiyan heye ew jî hêza civakî cewherî ya civakî ye.

Dîroka Êzidiyan bi hezaran salan di navbera ferman, talan û koçan de derbas bûye. Lê ev rastiya ku ji bo civaka Êzidî weke qeder dihat dîtin, di Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de guherî û rêyeke nû li ber wan vebû. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan, ew bindestiya ku Êzidiyan ji xwe re wek qeder didîtin, di vê fermanê de guherand. Ciwanên Êzidî ku bi zordariyê dihatin tirsandin û bi bandora şerê taybet ber bi pêşerojeke nediyar ve dibeziyan, berê xwe dan fikrê azadiyê yê Rêber Ocalan. Ciwanên dilgerm ên xwe di ber civaka xwe de berpirsiyar dîtin ol, çand û axa xwe parastin û diparêzin. Yek ji ciwanên bi dilekî germ û hêviyên pir mezin ket dû şopa Egîd Civiyan, Mam Zekî û Dilşêran, Şêrzad Şemo Qasim bû ku di 1’ê Adara 2023’an de di êrîşa hevkar a dewleta Tirk û PDK’ê de li navenda Şengalê hate şehîdxistin.

Şêrzad Şemo bi fikrê Apoyî dibe berxwedêrê Şengalê

Şêrzad Şemo, di 12’ê Hezîrana 1988’an de ji eşîreke berxwedêr û xwedî dîrokeke qehremaniyê (Eşîra Qîraniya) li Sîba Şêx Xidirê çavê xwe li dinê vedike. Zarokatiya xwe di nava kolanên Sîbayê de derbas dike û dibe şahidê komkujiya 2007’an. Di temenê xwe yê ciwantiyê de li dû fikrekî digere ku karibe ji bo civaka xwe tiştekî bike. Dema ku Şengal ji ber desthilatdariya PDK’ê mîna girtîgehê bû ku ti kesekî nikarî dengê xwe derxe, Şêrzad Şemo di bin hemû zextan de dikeve pey naskrina Tevgera Azadiyê. Piştî hin hewlidanan, Tevgera Demokratî û Azadiyê (TEVDA) nas dike.

Şêrzad dibe yek ji ciwanên ku dixwaze fikrê Apoyî bigire û vê fikrê bi derdora xwe û ciwanan bide naskirin. Lê hîna ku ev hedefên wî û hêviyên wî bi temamî pêk nehatîn, êrîşa çeteyên DAIŞ’ê a li ser Şengalê dibe rojev. TEVDA’yê bi rêveberiya Rojava û PKK’ê re vê rewşê parve dike û dixwaze ku mudaxale li Şengalê bikin. Şêrzad wê demê li komalgeha Sibayê ya li çolekê dûrî Çiyayê Şengalê, dibe yek ji kesên ku di saetên şevê de bi çeka xwe li gel dost û nasên xwe li satirên berxwedaniya Sibayê de cihê xwe digire. Dema çeteyên DAÎŞ’ê dest bi êrîşê dikin ku Sîba yek ji hedefên çeteyan ên esasi ye, Şêrzad jî dibe yek ji berxwedêrên Sibayê.

Di rojên fermanê de navê zarokê xwe dike Ocalan

Dema êrîş giran dibe êdî her tişt diguhere, Şêrzad ku xwediyê 3 zarokane û li benda zarokê çaremîne, dikeve nava hewildanan ji bo malbata xwe bigihîne cihên bi ewle, wate gelî û newalên Çiyayê Şengalê. Di rojên ku şûr li ser stûyê Êzidiya ne, xelk tî û birçi ye, li nav yek ji newalên çiyê de zarokê çaremîn ê Şêrzad çavê xwe li dinê vedike. Ji ber di vê demê de tenê fikrek, hêzek û piştekek ji bo Êzidiyan hebû ew jî Rêber Ocalan bû, Şêrzad Şemo biryar dide navê kurê xwe bike Ocalan.

Malbata xwe dibe Rojava û ji bo berxwedanê vedigere Şengalê

Ji ber di vê pêvajoyê de gelek zehmetiyan dibîne, êdî du rê dikevin pêşiya wî, yan ewê dest deyne û mîna gelek kesan berê xwe bide derveyî Şengalê yan jî ewê hemû zehmetiyan li ber çav bigire û tevlî berxwedaniyê be. Eger li Çiyayê Şengalê bimîne ji ber ku Ocalan hîna bi hefteyek e, ewê nikaribe di nav kelegerma çiyê de bê şîr û av jiyan bike. Şêrzad ji bo karibe bê xem şer bike berê xwe dide Rojava, malbata xwe li Wargeha Newroza bi cih dike û carekî din vedigere Şengalê. Şêrzad dibe ciwanek li kêleka Egîd Civiyan, Dilşêr Herekol, Seîd Hesen û Dijwar Feqîr û di nava çalakiyên destpêkê yên li hemberî DAIŞ’ê de cihê xwe digire.

Tevlî pêngava rizgarkirina Şengalê dibe

Di nava refên YBŞ’ê de dibe kesekî pêşeng û beşdarî pêngava rizgarkirina navenda Şengalê dibe. Dema Şengal tê rizgarkirin êdî civaka Êzidî rêxistina xwe ya civakî û siyasî jî berfireh dike. Di Kongreya 2. Ya Partiya Azadî û Demokratiya Êzidiyan (PADÊ) de Şêrzad dibe endamê Mekteb Siyasi ya PADÊ û beşdarî karên siyasî dibe. Li kêleka Mam Zekî di nava gel de digerin û hewil didin civakê bikin xwedî rêxistin. Hîna rewşa Şengalê di bin êrîşên çeteyan de ye, Şêrzad yekemîn kes e ku malbata xwe vedigerîne Şengalê.

Berê xwe dide Efîrnê

Di sala 2018’an dewleta Tirk a dagîrker bi hemû hêza xwe berê xwe dide Efrînê, Efrîna birîndar li benda destekê bû ji her kese û aliyên azadîxwaz. Şûrzad di  29’ê Çileyê de bi komek  jin û ciwanên Êzidî re berê xwe didin Efrînê  ji bo destek dayîna berxwedaniyê.

 Dibe yek ji avakerên Asayîşa Êzîdxanê

Bi vegera gel a ji bo Şengalê re êdî hêza parastina hundirîn pêwîst dibe, biryara avakirina Asayîşa Êzdîxanê tê dayîn. Şêrzad dibe yek ji damezrînerên Asayîşa Êzidîxanê. Piştî ku Asayîş ava dibe êdî Şêrzad Şemo cihê xwe di rêveberiya Asayîşa Êzdîxanê de digire. Ji roja avabûye û şûn ve, Asayîşa Êzîdxanê her dem bûye hedefa êrîşên dewleta tirk û PDK’ê. Di 3’ê Adara 2017’an de PDK’ê berê êrîşên xwe dide ser Xanesorê ku ev der dibin kontrola Asayîşa Êzdîxanê de bû. Bi vê pîlanê Asayîş têk neçû û di ser de erka xwe ya parastinê berfirehtir kir.

Li dijî Peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide

Di dema Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an de ya di navbera PDK’ê, hikumeta Kazimî û dewleta Tirk de tê îmzakirin, tinekirine Asayîşa Êzdîxanê yek ji bendên peymanê yê bingehîn e. Di vê pêvajoya êrîşên ser Asayîşê de, Şêrzad Şemo dibe kesekî xwedî rol û li ti cihî gav paşde navêje. Li hemberî hemû êrîşan disekîne û îradeye asayîşê teslîm nake.

Di dema êrîşa artêşa Iraqê a li ser Asayîşa Êzîdxanê ya di 18’ê Nîsana 2022’an de, Şêrzad dibe  yek ji kesên xwedî biryar û bi çekên sivik lê bi îradeyeke mezin li hemberî artêşê disekinin. Bi heman armancê vê carê artêşa Iraqê bi hemû hêza xwe di 1’ê Gulana 2022’an de hewl da Sinûnê û Digurê dagîr bike lê berxwedaniya zarokên Şengalê ku Şêrzad jî yek ji wan bû, vê êrîşê dişkînin û Iraqê neçar dikin ku dest bi diyalogê bikin.

Bi destê MÎT û xiyaneta PDK’ê hate şehîdxistin

Ji ber sekin û biryardariya xwe ya ji bo parastina civaka Êzidî, dibe kelemek di çavên dijmin de, lewma MÎT û PDK’ê bi riya sîxurên xwe dikevin pey Şehîd Şêrzaa û dixwazin wî tine bikin. Di Operasyona Tolhidanê ya ku Yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê dabû despêkirin de, endamên MÎT û Parastinê ku hatibûn girtin li xwe mukir hatin ku Şêrzaa Şemo di hedefa wan de ye. Piştî ev kes tên girtin êdî bi rêya telefonê kesên li ser navê MÎT’ê diaxivin û gefa li Şêrzad dikin ku dest ji Asayîşa Êzîdxanê û pêşengtiya civaka xwe berde lê ev gef nabin sedem ku Şêrzad gavê paşde bavêje.

Şêrzad Şemo Qasim di 1’ê Adara 2023’an de di encama êrîşeke bêbext de li navenda Şengalê tê hedef girtin û şehîd dikeve. Lê niha, Asayîşa Êzdîxanê bi dewreyên perwerdehiyê ku navê Şehîd Şêrzad lê dike, hedef û armancên şehîdan pêk tîne.