Li Îranê hilbijartina parlamentoyê destpê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartina ji bo parlementoya Îranê û Encûmena Pisporan destpê kir. Saziyên mafê mirovan, aktivîst, rewşenbîr banga boykotê kirin.

Li gorî medya Îranê navendên dengdanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo dengdêran hatine vekirin û dengdana ji bo hilbijartina parlamentoya Îran û Encûmena Pisporan destpê kiriye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 75 milyon kesan 61 milyon kes mafên wan yên dengdanê hene. Her wiha 15 hezar 600 kes ji bo 290 kursiyên parlementoyê û 144 kes jî ji bo 88 kursiyên Encûmena Pisporan bûne namzet. Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî 59 hezar navendên dengdanê hatine amadekirin.

Tevî ku hilbijartin destpê kiriye, lê çalakvanên mafên mirovan, aktivîstên jin û gelek saziyên din ragihandine ku ewê hilbijartina dema 12’an a parlementoyê boykot bikin. Her wiha bang li gelê Îranê kirin ku roja li malên xwe de bimînin û neçin ser sindoqan.

Li aliyê din jî gelek kesayetên siyasî yên Îranê ragihandine ku ewê tevlî hilbijartinê nebin.

Beriya niha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê jî bi daxuyaniyek banga boykotê kiribû û gotibû: “Daxwazê ji hemû gel û neteweyên bindest û hemû çînên civakî, bi taybetî daxwazê ji karker, karmend, xwendekar, rewşenbîr û jinan dike ku bi awayekî yekgirtî û bi hemû hêza xwe beşdarî boykotkirina hilbijartinê bibin. Bê guman helwesteke bi vî rengî daxwaza civakê ya bihêz a ji bo misogerkirina siberojeke azad û demokratîk nîşan dide. Boykot mafekî siruştî û demokratîk e û dibe alîkariyeke dîrokî ji bo bihêzbûn û mayîna tevgera şoreşgerane û civakî. Boykotkitina hilbijartinê dikare morala gelan bilind bike.”

Tê payîn sibe encamên destpêkê yên hilbijartinê werin ragihandin û piştî heftiyek jî encamên dawî werin ragihandin.