Li Emerîkayê Mesrur Barzanî hate protestokirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Mesrur Barzanî dema li ser tometên ku li Emerîkayê bû, ji aliyê birayê mamosta Cîhan Teha ku piştî rexnekirina desthilatê hatibû qetilkirin, hate protestokirin.

Li gorî saeta Başûrê Kurdistanê, direngiya şeva borî li Emerîkayê, Şêrwan Teha birayê mamosta Cîhan Teha ku piştî rexnekirina desthilatê hatibû qetilkirin, şandeya Mesrur Barzanî protesto kir.

Di hinek dîmenên ku Şêrwan Teha belav kirî de diyar dibe ku pasewanên taybet ên Serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî rê nadin ku nêzîkî deriyê avahiya ku Mesrur Barzanî tê de bi pereyan hevdîtinên sexte dike, bibe.

Her wiha pasewanên taybet ên Mesrur Barzanî, telefona Şêrwan Teha ya destan şkandine û di dîmenan de diyar dibe wêneyên Mamoste Cîhan çirandine, piştre êrişî Şêrwan Teha dikin û lêdan kirine.

Hêjayî gotinêye ku her ku diçe nerazîbûnên li welat û dervey welat li dijî desthilata Mala Barzanî zêdetir dibe. Ji ber vê yekê di nava demê borî de bi dehan kiryarên êşkence, revandin, terorkirin, gendelî, spîkirina pereyan û bazirganiya sexte ji aliyê desthila Mala Barzanî ve hatiye kirin.

Di 30’ê Çileya îsal de Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Emerîkayê giliyek dijî Mesrur Barzanî û neviyên Barzanî li ser 25 tometên ‘kuştin, sextekarî, şahîdiya direwîn, revandin, jenosîd, binpêkirina mafê mirovan, êşkencekirina welatiyekî Emerîkî, ne li gorî yasayê derxistina welatiyan ji ser erk û milkên wan, bazirganîkirina madeyên hişber, bazirganîkirina li gel kesayet, kom û rêxistinan ku li gel Emerîkayê di lîsteya terorê dene, tomar kir. Dadgeha Federal a Emerîkayê jî daxwaz bersivdayînê ji Mesrur Barzanî kir.

Dadgeha Federal a Emerîkayê di 15’ê Sibatê de biryarek pêşkêşî Mesrur Barzanî kir û 21 roj dem da ku bersiva tometên li ser wan bide. Di dawiya biryarê de hatiye diyarkirin ku ger di dawiya demê hatî diyarkirin de bersivek neyê dayîn wê rêkarên pêwîst werin girtin.

 

(fk)

Dadgeha Emerîkayê 21 roj dem da Mesrur Barzanî