Çiyayê Metînayê hate bombebaran kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayên Metîna ya li navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, danê siharê Çiyayê Metîna ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirine.

Tê gotin liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dike, derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.