Delegasyona Navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ji Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.

Şandeya ji Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku ji 12 parêzerên ji Swêd, Efrîkaya Başûr, Spanya, Îtalya û Norwêcê pêk tê û têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê ye, piştî serdanên li Amedê li Stenbolê dest bi serdanan kir.

Şandeyê destpêkê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir ku parêzeriyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike. Şande ji aliyê parezerên buroyê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî ve hate pêşwazîkirin.

‘Serlêdanên me yên li wezaretê têne redkirin’

Di serdanê de têkildarî xebatên buroyê agahî hatin dayin. Endamên şandeyê jî ragihandin ku bi salan e têkildarî pirsgirêka Kurd dixebitin, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê didin, lê belê serlêdana wan tê redkirin. Endamên şandeyê serlêdana Rêber Abdullah Ocalan a li Îtalyayê ya ji bo penaberiya siyasî bi bîr xistin û diyar kirin ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê gelek hewldanên wan hene.

‘3 sal in agahî ji Ocalan nayê wergirtin’

Parêzer Cengîz Yureklî jî li ser tecrîda giran a li Îmraliyê ku bi ti awayî agahî nayê wergirtin, şande agahdar kir. Yureklî got: “Îmrali piştî revandina Birêz Ocalan hate avakirin. Di vê sîstemê de ku bi taybetî li hemberî Birêz Ocalan hate avakirin, 25 derbas bû. Niha Birêz Ocalan û sê muwekîlên me yên din li Îmraliyê têne girtin. Sîstema Îmraliyê ji dema avabûnê û vir ve her roj hîn bêhtir giran dibe. Di raporên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT de jî işaret bi vê rewşê hatiye kirin. Rewşa niha gelekî giran e. Sê sal in bi ti awayî em nikarin agahiyê werbigirin. Ji ber vê yekê hatina we gelekî hêja ye. Tirkiye bi peymanan re di çarçoveya hiqûqa Ewropayê de ye. Lê belê yekane welat e ku vê hiqûqê pêk nîne. Li Ewropayê li hemberî tecrîda Îmraliyê hiqûq bi cih nayê anîn. Di nava 3 salên dawî de serdaneke bi tenê ya parêzeran û malbatê nîne. Mafê axaftina bi telefonê, mafê name û nivîsandinê tê astengkirin. Nameyên ku têne şandin, em nizanin bê digihêjin wî yan na. Em nizanin ku niha muwekîlên me rewşa wan çi ye, di nava kîjan şert û mercî de ne. Li gorî Pîvanên Mandela divê hevdîtin bê kirin, lê belê 3 sal in hevdîtin tê astengkirin.”

Parêzeran rapora li ser Îmraliyê radestî şandeyê kir. Serdan li çapemeniyê girtî dewam kir.

Şande wê serdana Dayikên Şemiyê, HDK, ÎHD û TÎHV ên şaxên Stenbolê bike.