‘Divê jin di azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan de rola sereke bilîzin‘

RAPERÎN-ROJNEWS

Jinên îdareya Raperîn ragihandin ku Rêber Apo yekane rêber e ku jin bi hêz kiriye û jin ji koletiyê rizgar kiriye, ji ber vê yekê divê jin di şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan de roleke sereke bilîzin û gotin: “Çarenûsa gelê Kurd û destkeftiyên dîrokî, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

Ji Rêber Ocalan nêzî sê salane ti agahî nayê girtin, dewleta Tirk a faşîst nahêle parêzer û malbat serdana Îmraliyê bikin. Gelê Kurd û dostên Kurdan li seranserê Kurdistan û welatên cîhanê daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin. Îro fikir û ramana Rêber Ocalan li seranserê cîhanê belav bûye. Jinên îdareya Raperîn di derbarê hizirên Rêber Abdullah Ocalan de ji Rojnews’ê re axivîn.

Yek ji jinên îdareya Raperîn Runak Wisû di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em bang li hemû gelê Kurd dikin, ji bo azadiya Abdullah Ocalan deng derxînin û rabin ser lingan. Azadiya Rêber Apo hawênê aştî û aramiya li hemû Rojhilata Navîn û bi taybet ji bo jinane.”

Her wiha Esmer Resul wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ger ku Rêber Ocalan nehatiba girtin, kesî nedikarî xwîn ji tiliyek a Kurdan bîne. Rêber Apo bi salan e di girtîgehê deye û di bin zextên giran deye. Rêber Apo yekane rêber e ku jin bi hêz kiriye û jin ji koletiyê rizgar kiriye. Ji ber vê yekê divê jin di şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan de roleke sereke bilîzin.”

Esmer Resul di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dive gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Ocalan rabe ser xwe û wiha got: “Her kesek ku xwe wek Kurd dibîne bi taybet jinên Kurd, divê hemû ji bo azadiya Rêber Ocalan dengê xwe bikin yek. Ji ber ku heta Rêber Ocalan azad nebe û dibin tecrîdê debe, jiyana Kurdan jî wê dibin metirsiyê debe û destkeftiyên hatine bidestxistin jî wê tune bibin. Ji ber wê çarenûsa gelê Kurd û destkeftiyên dîrokî, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

(fk)