Dewleta Tirk li Kelarê malek bombebaran kir: Welatiyek şehîd bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelarê malek bombebaran kir, tê gotin welatiyek şehîd bûye.

Li gorî aghaiyên hatine standin danê nîvro balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelar ya ser bi Îdareya Germiyan ya girêdayî Silêmaniyê, malek bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyan, êriş li ser malek sivîlan ya li navenda Kelarê pêkhatiye, li gorî çavkaniyek taybet di encama êrişê de welatiyek şehîd bûye.

Li cihê bûyerê polîs lêkolîn dikin, derbarê êrişê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye duh li Silêmaniyê (29’ê Sibatê) di danê nîvro saet derdora 15.30’an de li Cadeya 60 Metreyî li beramberî Xwaringeha Debaşan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êrişeke çekdarî hate kirin. 4 gule li bedena Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji Bakurê Kurdistanê ku di êrişê de bû hedef, ketin û li cihê bûyerê şehîd bû.