Li Bexdayê teqîn: Leşkerek Iraqê mir

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Tarmiye ya ser bi Bexdayê di nava hêzên ewlekariyê de teqîn çêbû, tê gotin ku di encama teqînê de leşkerek miriye, 4 jî birîndar bûne.

Li gorî medya Iraqê, danê siharê bajarokê Tarmiye ya dikeve Bakurê Bexdayê, bombeyek bi hêzên ewlekariyê ve teqiyaye. Heman çavkaniyê ragihand ku di encamê de leşkerek jiyana xwe ji dest daye û 4 jî birîndar bûne. Tê gotin yek ji birîndaran fermandare.

Hate gotin ku piştî bûyerê hêzên Iraqê çûne cihê teqîne û birîndaran rakirine nexweşxaneyê.

Derbarê sedema teqînê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.