Li Hewlêrê du zarok di hewza masiyan de xeniqîn

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hewlêrê du zarok di hewza masiyan de xeniqîn, cenazeyên zarokan hatine derxistin.

Yek ji efserên saziya Parastina Sivîl ya Xebat ya girêdayê parêzgeha Hewlêrê Amanc Mihemed ragihand ku îro du zarok di hewza masiyan de xeniqîne û cenazeyên wan ji aliyê tîmên parastina sivîl ji avê hatine derxistin.

Amanc Mihemed diyar kir ku îro li gundê Cumke û Binbêrz yê li ser rêya Hewlêr-Giwêr du zarok ku keç û kurin, di nava hewzeke masiyan de xeniqîn. Herwiha da zanîn ku cenazeyên zarokên xeniqî ji aliyê tîmên wan yên parastina sivîl ve hatine derxistin.

(wd)