Dema dengdana hilbijartinên Îranê hate dirêjkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Dema dengdana hilbijartinên Parlamentoya Îranê û Encûmena Pisporan du saet hate dirêjkirin.

Li gor dema dengdana hilbijartinên Parlamentoya Îranê û Encûmena Pisporan diviyabû di saet 17:30’an de dengdan bidawî bibe. Lê Wezareta Karên Hindir ya Îranê biryar da ku dema dengdanê du saetên din bê dirêjkirin.

Li gor biryara dirêjkirinê wê proseya dengdanê wê îşev heta saet 19:30’an bidome.

Li Îranê hilbijartina parlamentoyê destpê kir