‘Pêlek din ya doz vekirinê li dijî çalakvanên Behdînan hat destpêkirin’

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Girtiyên Behdînanê ragihand ku bi fermana Mesrûr Barzanî hemleyek din ya giliyan û doz vekirinê li dijî welatparêz û çalakvanan destpê kiriye ku ev yek weke curekî tolhildanê tê kirin. Got “Dadgehên PDK’ê yên Duhok û Hewlêrê gilî li dijî 5 rojnamevan û çalakvanên din li herêma Behdînan tomar kirine.”

Nûnerê girtiyên siyasî Eyhan Seîd li ser hemleyek din ya ya doz vekirin, gilî, cezakirina welatparêz û çalakvanên Behdînan ji aliyê PDK’ê ve, daxuyaniyek da.

Eyhan Seîd ragihand ku bi fermana Mesrûr Barzanî hemleyek din ya giliyan li dijî welatparêz û çalakvanan destpê kiriye ku ev yek weke curekî tolhildanê tê kirin, got “Dadgehên PDK’ê yên Duhok û Hewlêrê gilî li dijî 5 rojnamevan û çalakvanên din li herêma Behdînan tomar kirine. Dadgehên PDK’ê yên Duhok û Hewlêrê bi rêyên dadgehên hizbî gilî li ser 5 rojnamevan û çalakvanên din yên Behdînanê tomar kirin.”

(wd)