Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 45’an didome

MEXMÛR-ROJNEWS

Çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye destpêkirin di roja 225’an de bi koma 45’an didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 225’an de bi dewrgirtina koma 45’emîn berdewam dike.

Merasîma dewrgirtinê bi kombûna gel û çalakvanan ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên rêya Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 44’an Medine Kara axivî.

Medîne Kara di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser her çaliyên Kurdistanê û wiha got: “Em wek gelê Kurd di pêvajoyek gelek teng re derbaz dibîn. Armanca me azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê ye. Wê dijmin ti caran nekar me tine bike. Her roj bi şêwazek cûda êrişê cihek yê Kurdistanê dikin. Em dewletên van êrişan dikin û wan di parêzin şermezar dikin. Em soz didin emê li pey doza şehîd û şervanên xwe bin. Em sersaxiyê ji tevahî şehîdên ku di van rojan de di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketî dikin. Çarseriyên were kirin wê li Îmralî be. Pêwîste çareseriyek ji bo Îmraliyê were destnîşa kirin. Êdî ji girî û êşa dayîka re bese. Divê gelê Kurd rabe ser xwe êdî bese.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

(kom/wd)