NAVENDA NÛÇEYAN
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 3’yemîn Forûma Dîplomasî ya Antalyayê de li ser Serokomarê Tirk yê AKP’yî Erdogan civiya. Dewleta Erdogan îro jî bi rêya balafirên bêmirov malek li navçeya Kelarê bombebaran kir û di encamê de kesek şehîd bû.
Tevî ku dewleta Tirk ya dagirker rojane li ser Rojavayê Kurdistan, Şengal, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê bêyî ku guh bide zagonên şer û pîvanên navnetewî yên mafên mirovan, gelê Kurd bi armanca qirkirinê bombebaran dike. Malbata Barzaniyan û partiyan PDK jî ne ku tenê bêhelwestin, destekê didin van êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî, keç, xort, jin û zarokên Kurdan.
Dewleta Erdogan îro jî bi rêya balafirên bêmirov malek li navçeya Kelarê bombebaran kir û di encamê de kesek şehîd bû. Her wiha duh li Silêmaniyê welatiyekê ji Bakurê Kurdistanê ku pîşeya wî doktor bû bi destê dewleta Tirk ya dagirker hate qetilkirin, bi heman awayî duh bi balafirên bêmirov Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Şengalê şehîd kir, her wiha 28’ê mehê de jî li dijî çend wesayîtên hêzên Suryan li Dêrikê êriş pêk anîn û di encamê de welatiyên sivîl jî di nav de gelek kes şehîd û birîndar bûn.
Tevî van hemû êriş û zilma bêsînor ya dewleta Tirk ya dagirker, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di 3’yemîn Forûma Dîplomasî ya Antalyayê de li ser Serokomarê Tirk yê AKP’yî Erdogan civiya.
(wd)