Beriya hefteyekê Mesrûr Barzanî danî, îro hate şikandin

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyatê Pira Tuwemqutî li sînorê Helebce dana û wek destkeftiyeke mezin binav kir, îro ew kevir hate şikandin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya kevinbûyî Mesrûr Barzanî heftiya borî kevirê binyatê Pira Tuwemqutî li sînorê Helebce dana û wek destkeftiyeke mezin binav kir, îro ew kevir hate şikandin.

Piştî derbazbûna hefteyekê ji danîna kevirê binyatê yê Pira Tuwemqutî, îro hate şikandin. Têkildarî mijarê heta niha ji aliyên peywendîdar yên parêzgeha Helebce ve tu daxuyanî nehatine dayîn.

(wd)