‘Iraq di kontrolkirina sînoran û derxistina hêzên dewleta Tirk de bi israre’

WISAM ZEHRUNÎ-BEXDA

Ji sala 2020’ê ve bi taybet piştî kuştina Ebû Mehdî Muhendîs û Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, aloziyên li Iraqê zêdetir bûn, Parlamentoya Iraqê jî yasaya dûrxistina hemû hêzên biyanî ji welat derxist. Iraq niha li ser mijara kontrolkirina sînoran û derxistina hêzên dewleta Tirk ya dagirker li ser xaka xwe bi israre.

Her çiqas ev biryar bi giranî li dijî hêzên Amerîka û Koalîsyona Navnetewî bû jî lê vekişîna hêzên dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê jî di nav de ye.

Di mehên dawî de, Iraqê ji bo kontrolkirina sînorên xwe bi Îranê re peymaneke ewlehiyê îmze kiribû. Piştre hikûmeta Iraqê talîmata dubarekirina ezmûna dewleta Tirk da, ji bo dawî li êrişên dewleta Tirk were, lê mijar hîn ne diyare.

 

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Teqî ji ajansa me re axivî û wiha got; “Hikûmet plan dike ku kontrola sînorên bi Tirkiyê re tundtir bike da ku leşkerên dewleta Tirk ya dagirker nekevin kûrahiya Başûrê Kurdistan û Iraqê. Pêngava kontrolkirina sînorê bi Tirkiyeyê re ne gava dawî ye. Ji bo kontrolkirina tevahiya sînor di rojên pêş de dê parêzvanên sînor bên bicihkirin. Pirsgirêka sînor yek ji karên herî girîng yên hikûmeta Sûdanî ye. Ji ber ku peywendî bi parastina ewlehî û aramiya Iraqê ve heye.”

Mehtî Teqî got; “Hikûmet û parlamento bi awayekî cidî dixebitin ku hebûna hêzên dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê bidawî bikin. Yasaya vekişîna leşkerên biyanî ji Iraqê ji bo leşkerên Tirk jî derbas dibe. Ji ber ku artêşa dewleta Tirk bêyî agahdarî û razîbûna hikûmeta Iraqê li nav sînorên Iraqê ne.”

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide baregehên xwe yên leşkerî li Herêma Kurdistanê zêde bike. Wek ku Erdogan di 28’ê Kanûnê de ragihandibû, welatê wî dê baregehên xwe li nav xaka Herêma Kurdistanê  bihêz bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku artêşa Tirk gelek baregehên leşkerî li nuqteyên stratejîk yên li Çiyayê Metîna ava kirine û rojane li herêmê bi balafirên biçek û bêmirov, herwiha bi balafirên şer herêmê bombebaran dike.

Pisporê karûbarên leşkerî Mueyed Cehşî derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û wiha got; “Herêmeke sînorî ya asê, dijwar û ne asayî li gel Tirkiyê heye ku hêzên Iraqî nikarin xwe bigihînin wê.  Ev sînorane bi salane bê kontrol mane. Lewra ev jî bû sedem ku hêzên dewleta Tirk bikevin kûrahiya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Mueyed got; “Iraq xwedî mafê temame ku hêza leşkerî bikar bîne ji bo kontrolkirina sînorên xwe û derxistina hêzên biyanî ji axa xwe. Lê Bexda naxwaze bi welatên cîran re alozî derkeve. Her wiha naxwaze li herêmê pirsgirêkên nû çêbibin. Lewma bi rêya dîplomasiyê hewl dide hêzên Tirk ji Iraqê bide vekişandin.”

Di 22’ê Kanûna 2023’yê de, Berpirsê MÎT’a Tirkê Îbrahîm Kalin bi hejmarek ji berpirsên Iraqê, serokên partiyan û nûnerên ol û komên etnîkî yên Iraqê re dest bi rêze hevdîtinan kir. Di nav wan de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî Qasim Erecî jî hebûn.

Serdana Kalin ya bo Iraqê di demekê de bû ku hêzên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên leşkerî li ser Herêma Kurdistanê zêde kiribûn.

(wd)