Êrişên MÎT’ê yên li Başûrê Kurdistanê dijî şoreşger, welatparêz û aktivîstan

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk ya ku şoreşger, welatparêz û her kesê ku bêhna Kurdiniyê jêtê dike hedef, di êrişên xwe yên terorî de bê navber dewam dike. Welatparêz û Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk xwe avêtine hembêza Başûrê Kurdistanê, li pêş çavê rayedarên Kurdan tên qetilkirin. Tevî êrişên berçav jî Hikumet û rayedarên herêmê bêdengin û kujer nayên girtin, herî dawî welatparêzê Kurd Abdulkadîr Sabrî Toprak hate qetilkirin û piştre jî li navenda Kelarê malek sivîlan hate bombebaran kirin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd di hedefa dijminan dene, li ser warên xwe tên koçberkirin, revandin, girtin, êşkencekirin û qetilkirin. Bêhna Kurdiniyê ji ku bê, dijminên Kurdan jî liwirin. Başûrê Kurdistanê ku di çavê Kurdan de weke hembêz dihate dîtin, îro bûye navenda êrişên terorî yên dewleta Tirk a dagirker. Kurdên ku ji ber zilma dewleta Tirk berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, li ber çavê Hikumeta Herêma Kurdistanê, polîs û pêşmergeyên Kurd tên qetilkirin.

Dewleta Tirk êdî Başûrê Kurdistanê weke navendek xwe ya êrişên dijî Kurdan bikartîne, kengê bixwaze êriş dike, Kurdan qetil dike û kes jî jê hesab naxwaze. Dewleta Tirk dema bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re di civînê deye, di heman kêliyan de jî dikare gund, bajar û çiyayên Kurdistanê bombebaran bike. Di heman kêliyan de welatparêz û şoreşgerên Kurd dike hedef. Lê tevî van êrişên ber çav jî, deng ji Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê dernakeve.

Welatparêzên Kurd yên ji Bakurê Kurdistanê ji ber girtin, êşkence û zilma dewleta Tirk berê xwe dane Başûrê Kurdistanê di hedefê dene. MÎT’a Tirk bi asanî li nav bazar, mal û navendên bajarên Başûrê Kurdistanê, Kurdan qetil dike. Ji sala 2021’an ve bi dehan êriş dijî welatparêz, şoreşger û aktivîstên Kurd pêkhatin û hatin qetilkirin.

Emê divê dosyayê de êrişên MÎT’a Tirk yên ji sala 2021’an ve dijî welatparêz, şoreşger û aktivîstên Kurd bînin bîra we.

Ferhad Bariş Kondu

Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Îlona 2021’an de li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye kir hedef. Di êrişê de Ferhat birîndar bû.

Yasîn Bulut

Piştî vê êrişê di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û di êrişê de şehîd bû.

Li gorî zanyariyan, kesên ku êrişî Şehîd Şukrî kirine 4 kes bûn, yek ji vana gulebaran kiriye, yên din li derdorê bûne û piştî gulebaranê bi wesayîtek tîpa pikap a Toyota ber bi Hewlêrê ve revîne. Tevî ku di nava Silêmaniyê de ewqas kamareyên çavdêriyê û nuqteyên kontrolê hebûn, ti astengî li pêşiya wan nehat çêkirin. Polîsan ji bo girtina bikujan û belgeyan tenê serî li cihê bûyerê dane.

Li ser nerazîbûnan, Rêveberiya Giştî ya Dije Terora ya girêdayî YNK’ê heman rojê (17 îlonê) daxuyanî da û ragihand ku derbarê bûyerên di nava 2 rojên dawî de li Silêmaniyê qewimîne, agahiyên girîng bi dest ketine. Dije Terorê diyar kir ku heya bûyer baş bê zelalkirin û piştrastkirin, ewê hemû agahiyên pêwîst bi raya giştî re parve bikin. Lê hîn ji raya giştî re nehatiye parvekirin.

Roja 18’yê Îlonê serê sibehê jî dezgeha Zanyarî û Asayîşa Silêmaniyê daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku êrişên 16 û 17’yê Îlonê ji aliyê yek kesî ve hatine pêkanîn û ew kes hatiye girtin. Wêneyên kesê hatiye girtin jî hatin parvekirin. Lê piştre çavkaniyên nûçeyan, red kirin ku ew kes tawanbarê sereke be.

Piştî bûyerê li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de êriş ne ji aliyê kesekê ve pêkhatiye, çar kesan êriş pêkanîne û piştre bi wesayîtekê reviyane.

Zekî Çelebî

Di demek ku her kes li bendê bû kujerên şehîd Şukrî Serhed werin girtin, lê nûçeya êrişa ser Zekî Mihemed Çelebî belav bû. Derengiya şeva 17’ê Gulana 2022’yan welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hatibû û 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Kujer li holê nîne!

Ferhad Şiblî

Di 17’ê Hezîrana 2022’yan de li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din di wesayîta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebarankirin de şehîd bû.

Mamosta Şemal

Piştî wê mehek derbas nebû welatparêzeke din jî hate qetilkirin. Di roja 28’ê Tebaxa 2022’yan de Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd Ezîz bi nasnav Mamosta Şemal li bajaroka Kifrî ya parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.

Ebûzêd Dêrhînî

Piştî wê bi rojekê (29’ê Tebaxa 2022’yan) jî vê carê dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) welatparêzek Kurd qetilkir. Welatiyê bi navê Ebûzêd Dêrhînê ê bavê 6 zarokan li ber derê mala xwe di encama êrişa balafira bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin. Vê carê Neteweyên Yekbûyî weke her carê bêdengiya xwe parast.

Nagîhan Akarsel

Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li taxa Bextiyar a Silêmaniyê di encama êrişa terorî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Akarsel a ji bajarê Konyayê bû karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiribû. Heya niha mohra xwe danî binê gelek karên lêkolînê yên derbarê jinan li Kurdistanê û derveyî welat. Çend sal bû li Silêmaniyeyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî.

Li gorî agahiyan Akarsel di heman demê de beşdarî projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê jî bû.

Asayîşa Silêmaniyê wê demê bi daxuyaniyek ragihand wan bi hevkariya asayîşa Koye kujerên Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel li navçeya Koye girtine.

Turelî

Di 17’ê Nîsana 2023’yan de li bajarê Duhokê êrişek terorî li hemberî Huseyîn Turelî pêkhat û hate qetilkirin. Li hemberî Turelî berê jî êrişek çekdarî hatibû kirin û birîndar bûbû.

Arasan

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Hûseyîn Arasan li ber derê Komeleya Karkeran ya Mezopotamya ya li Silêmaniyê di 9’ê Hezîrana 2023’yan saet derdora 10:30’an rastî êrişek terorî hat. Hûseyîn ku 3 gule pêketin, bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Hûseyîn tevî hemû hewldanan jî di berbanga sibeha 10’ê Hezîranê de şehîd bû. Ew êriş jî ji aliyê MÎT’ê ve pêkhat, lê heya niha jî kujer nehatine girtin.

Denîz Cewdet

Di 18’ê Îlona 2023’yan de Nûnerê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) yê Başûrê Kurdistanê, Denîz Cewdet di êrişek terorî ya li ser avahiya KNK’ê ya li Hewlêrê de, hate qetilkirin. Tevî li Hewlêr her kolan, tax û cade bi kamerayan dorpêçkirîne, heya niha jî kujerên Cewdet nehatine girtin. Weke hemû komkujiyên din di serî de hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê, hemû rayedarên herêm û Iraqê bêdengin.

Firyal Silêman Xalid

Di 18’ê Çileya 2024’an de li Kerkûkê jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng ya Kurd Firyal Silêman (Zelal Zagros) di encama êrişek terorî de hate qetilkirin. Kujer carek din winda bûn.!

Doktor Toprak qetilkirin

Di 29’ê Sibatê de dewleta Tirk a li Silêmaniyê li dijî welatiyek ji Bakurê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk anî. Di encama êrişê de Abdulkadîr Sabrî Toprak ê bavê 3 zarokan bû jiyana xwe ji dest da.

Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê, 12 sal berê ji ber sedemên siyasî penaberî Başûrê Kurdistanê bibû. Şehîd Abdulkadîr Sabrî Toprak ku bavê 3 zarokan bû, li nexweşxaneyeke taybet de dixebitî.

Ji ber ku nabin hevkar, tên qetilkirin

Welatparêzên Kurd yên ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê, ji ber nabin hevkarê sucên dewleta Tirk tên hedef girtin. MÎT’a Tirk ji welatparêzên Kurd daxwaza sîxuriyê û hevkariyê dikin, lê welatparêzên Kurd ji ber ku vê daxwaza dewleta faşîst qebûl nakin, li ber çavên rayedarên Kurd tên qetilkirin. Tevî hemû êriş li cihên vekirî û berçav tên kirin jî, bi sedan kameran di kolan û cadeyan de hene jî, kujer nayên girtin û tespît kirin. Bêdengiya li hemberî êrişên terorî, we dike ku dewleta Tirk êrişên xwe yên terorî bê navber bidomîne.