ROJEVA 02.03.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

– Ji bo piştevanîkirina biryarên Dadgeha Federal yên derbarê belavkirina rasterast a mûçeyan, wekhevkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê û bilezkirina pêkanîna biryaran, li meydana Omer Xewar, xwepêşandaneke berfireh a karmendan dê were lidarxistin. (10:00)

– Wê li salona Komeleya Hunerên Ciwan a Silêmaniyê, ji aliyê Koma Şanoyê ya Hevalên Gezîze ve hinek rêze çalakî bên lidarxistin. (15:00)

– Rêxistina Azadbûn ya Silêmaniyê wê li navenda xwe ji bo birêz muzîkjen û nivîskar Rêjwan Teha û muzîkjen û lêkolînerê muzîka Kurdî Mîr Ekber, bi sernavê ‘Nîşaneyên Çanda Muzîka Kurdî’ semînerek li darbixe. (15:00)

– Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 35 meh zêdetir bi ti awayî agahî jê nayê girtin berdewame.

– Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bê navber berdewamin.

– Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker didomin.

– Xebat û kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li welat û dervey welat, bi awayekî berfireh berdewam dikin. Pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ kete qonaxa duyem de.

– Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 130 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.

– Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin 97 rojin bi biryardarî dewam dike.

– Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li seranserê Kurdistanê û cîhanê destpê kirine.

– Amadekariyên ji bo hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê berdewamin.

– Piştî bangên boykota hilbijartinên Îranê, dema hilbijartinan hate dirêjkirin.

– Şer Hemas û Îsraîlê bi dijwarî berdewame, li gel vê êrişên li ser Lubnan û Sûriyeyê jî berdewamin.

– Êrişên Emerîka û Brîtanyayê yên li ser Hûsiyan didomin.

– Rewşa azadiya fikir û raman ya li Herêma Kurdistanê, bi xwere nerazîbûnên tûnd ên rojnamevanan tîne, derbarê mijarê de rojnamevan Lenya Bextiyar got; “Binçavkirina rojnamevan Silêman Ehmed, dikeve çarçoveya bêdengkirin û rêgirtina li karê rojnamevaniyê de.”

– Jinên îdareya Raperîn ragihandin ku Rêber Apo yekane rêber e ku jin bi hêz kiriye û jin ji koletiyê rizgar kiriye, ji ber vê yekê divê jin di şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan de roleke sereke bilîzin û gotin: “Çarenûsa gelê Kurd û destkeftiyên dîrokî, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

– Aborîzan û mamostayê zanîngehê sedema pirsgirêkên birêvebirina nebaş ya Herêma Kurdistanê ji aliyê du partiyên desthilatdar ve girêdide ku li ser birêvebirina hikûmetê bi taybetî di warê darayî de lihev nekirine, got “Herêma Kurdistanê niha di qonaxa aborî ya herî xirab de ye.”