Karmendên Helebceyê piştgirî dan biryarên Dadgeha Federal

HELEBCE

Li bajarê Helebceyê beşek ji karmendan ji bo piştevanîkirina biryarên Dadgeha Federal a Iraqê xwepêşandan lidarxistin û daxwaz ji hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê kir ku di zûtirîn dem de mûçeyên wan belav bikin.

Karmendên bajarê Helebceyê ji bo piştevanîkirina biryarên Dadgeha Federal a Iraqê xwepêşandan lidarxistin. Xwepêşander li meydana Omer Xawer kom bûn û heta Baxê Giştî yê Helebceyê meşiyan.

Di xwepêşandanê de karmendan ji hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê daxwazkirin ku di zûtirîn dem de mûçeyên wan were belavkirin.

Hêjayî gotinêye ku di 21’ê Sibatê de Dadgeha Federal li ser hinek giliyan, biryar da ku mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bixe li ser hejmara hesabê bankayê yê Federalî û mûçeyê karmendan ji para Herêmê ya budceya giştî ya Iraqê bibire.

Li gorî biryara Dadgeha Federal mûçeyê meha du wê bi lîsteya mûçeyan were belavkirin, lê meha Adarê wê bi karta bankayê mûçe were dabeşkirin.

(fk)