Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Şer yê Tirkiyeyê re civiya

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler re hevdîtnek kir. Di demek ku Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker yên liser Gelê Kurd bê navber dewam dikin.

Duh li bajarê Tirkiyeyê Antalyayê, sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dest pê kir, tê payîn heya danê êvarî dewam bike. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tevlî forumê bûye û bi gelek rayedarên Tirkiyeyê re dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Tirkiyeyê Antalyayê, di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de, bi Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler re civiya. Nûçeya civînê di hesabê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê X’ê de jî hate parvekirin.

Hêjayî gotinê ye di dema serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê de, dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişên xwe yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê di domîne.

Balkêşe ku di dema Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê, dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelar ya ser bi Silêmaniyê bi balafira bê mirov malek bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû.

Dîsa di i 29’ê Sibatê de dewleta Tirk li Silêmaniyê li dijî welatiyek ji Bakurê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk anî. Di encama êrişê de Abdulkadîr Sabrî Toprak ê bavê 3 zarokan bû jiyana xwe ji dest da.

Herwiha di 29’ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê bombebaran kir û di encamê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî ku bavê 3 zarokane şehîd bû.

Heftiya borî jî dewleta Tirk a dagirker li Dêrika rojavayê Kurdistanê 4 wesayît bombebaran kir û di encamê de 3 şervan şehîd bibûn.

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Gelê Kurd û xaka Kurdistanê, serokê Herêma Kurdistanê çû Tirkiyeyê û bi şefê faşîst Recep Tayîp û Wezîrê Şer yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Êrişên MÎT’ê yên li Başûrê Kurdistanê dijî şoreşger, welatparêz û aktivîstan