Li Mexmûrê amadekariyên ji bo 4’ê Nîsanê destpêkirine

XURBET TALLÎ

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Çand û Sporê ya 4’ê Nîsanê ya Mexmûrê Xelîl Kara, têkildarî turnova û amadekariyên festîvalê axivî û diyar kir ku wan weke qada perwerdeyê ji 12’ê Sibatê ve dest bi amadekariyan kirine. Her wiha anî ziman ku wê ev amedekarî heta 4’ê Nîsanê bidome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Festîvala Çand û Sporê ya 4’ê Nîsanê tê lidarxistin. Amadekariyên vê festîvalê ji aliyê qada perwerdeyê ya Mexmûrê ve tên kirin. Amadekariyên îsal yên festîvalê ji 12’ê Sibatê ve bi destpêkirina turnovayê ya di navbera dibistanan de hatiye destpêkirin. Têkildarî amadekariyên ji bo festîvalê Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Çand û Sporê ya 4’ê Nîsanê ya Mexmûrê Xelîl Kara ji ajansa me re axivî.

‘Em di Sibatê de dest bi amedekariyên festîvalê dikin’

Mamoste Xelîl di axaftinên xwe de diyarkir ku ew weke Qada Perwerdeyê her sal amedekariyên Festîvala 4’ê Nîsanê dikin û wiha got: “Ev 16’emîn festîvala çand û sporê ye, em her sal amedekariyên wê dikin. Her dû sal piştî konferansê rêveberiyek taybet ji bo vî beşî tê hilbijartin. Çengê çand û sporê ji sê endaman pêktê, niha wek rêveber em sê kes pêve mijûl dibin, lê di binya dibistanan de hemû mamoste bi kar û xebatên vê turnovayê ve eleqeder dibin. Her dibistanek di binya xwe de beşdar dibe, bi taybet bi vebûna dema duyem re tîmên futbolê di nava dibistanan de tên hilbijartin. Em di Sibatê de dest bi amadekariyên festîvalê dikin. Turnovaya îsal jî me di 12’ê Sibatê de daye destpêkirin û niha dibistanên navîn û amadeyî dileyîzin. Di binya her dibistanekê de nêzî pêncî taxim hem kur û hem jî keç beşdarî vê turnovayê dibin.”

‘Tîmên ku biserkeftîne wê werin xelatkirin’

Her wiha Xelîl Kara di berdewama axaftinên xwe de anî ziman ji ber ku ev kar û xebatên qada perwerdeyê hemû ji bo amedekariyên festîvala çand û sporê ya 4’ê Nîsanê ye, ji ber wê jî dê heta 4’ê Nîsanê berdewam bikin. Mamosta Xelîl got: “Piştî ku turnovaya dibistanên navîn û amadeyî bi dawî bû, wê derbazî dibistanên seretayî bibin. Çar dibistanên me yên seretayî hene, her dibistanek wê tîmên xwe yên keç û kur hilbijêrin. Mamostayê her dibistanekê ji bo xwendevanên wan serbikevin bi taybet pêre eleqeder dibe, ev amedekarî jî wê nêzî mehekê berdewam bike. Piştî ku amedekariyên wan qediya êdî beşdarî turnovayê dibin. Di dawiya turnovayê de tîmên ku biserkertîne wê bi dayîna xelatan bi encam bibe.”

‘4’ê Nîsanê ji bo van kar û xebatan roja fînalê ye’

Di dawiyê de jî Mamoste Xelîl îşaret bi çalakiyên çandî û werzîşî yên ku ji 2’ê Nîsanê ve destpê dikin kir û got: “Em di 2-3’ê Nîsanê de li saheya mezin van xebatên werzîşî yên weke maraton, bezên sed metre û dûsed metre her wiha bilind avêtin, dûr avêtin û dirêj avêtine, bi giştî em van xebatan dimeşînin. Roja 4’ê Nîsanê jî em bi awayek fermî xwe amede dikin û diçin qada şahiyê, li wê derê jî hinek xebatên werzîşî û hunerî tên meşandin. Bi taybet dibistanên seretayî bi van xebatên weke meşa mêrû, mast, hêk û torbe bi wê ve girêdayî dîsa bi komên xwe yên govendê û sitranan wê beşdar bibin. Her wiha wê pêşbirka zanistî jî di navbera dibistanên navîn de bên kirin. Ji ber ku roja 4’ê Nîsanê ji bo van kar û xebatan roja fînalê ye, ji ber wê jî kom û tîmên ku di van kar û xebatan de biserketine, di wê rojê de bêne xelatkirin. Em wek komîteya amedekar ya qada perwerdeyê ji niha de ji bo hemû xwendevan û mamostayên ku di van kar û xebatan de cih girtine serkeftinê dixwazin”

(kş)