Balafirên şer gundek Amêdiyê bombebaran kirin: Cotyarek birîndar bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundek navçeya Amêdiyê bombebaran kirin, di encamê de cotyarek birîndar bû.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundek Batufa ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê, bombebaran kirine.

Heman çavkaniyan ragihandin ku balafiran raste rast nêzî gund bombebaran kirine û di encamê de welatiyek (cotyarek) birîndar bûye. Lê heya niha derbarê welatiyê birîndar bûyî de, ti agahiyek zelal nehatiye standin.

Êriş di dema serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Şer yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler di civînê de bû, pêkhat.

Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Şer yê Tirkiyeyê re civiya