‘Ji bo şandina mûçe, divê Hikumeta Herêmê girêdayî biryara dadgehê be’

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê diyarkir ku ji bo mûçeyê karmendên herêmê yê meha Adarê, divê Hikumeta Herêma Kurdistanê girêdayî biryara Dadgeha Federal ya Iraqê be.

Serokê Lijneya Darayî ya li Parlamentoya Iraqê Etwan Etwanî derbarê belavkirina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ya bi rêya bankên federal ên Iraqê, ji medya Iraqê re axivî.

Etwan dibêje, li gorî biryara Dadgeha Federal, wê Hikumeta Iraqê pereyê Sibata 2024’an ji bo herêmê bişîne, lê ji bo yê meha Adarê, divê Hikumeta Herêmê girêdayî biryara Dadgeha Federal ya ji bo veguhestina mûçeyê karmendan ya ser Iraqê û belavkirina mûçe ya bi rêya bankên federalî be.