Rêveberê Îstixbarata parêzgeha Zîqar hate kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Hindir ya Iraqê ragihand ku duh bi şev di rêveberê Îstîxbarata parêzgeha Zîqar hatiye kuştin.

Wezareta Karê Hindir ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev li bajarokê Îslahi ya ser bi parêzgeha Zîqar, di navbera du eşîran de şer derketiye. Wezaretê ragihand dema rêveberê Îstîxbarata Zîqar Ezîz Şelal Cehal ji bo rawestandina şer, li ser erkê xwe bû hatiye kuştin.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bilî Ezîz Şelal, 3 endamên din yên hêzên ewlekariyê jî hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn ku niha tevahî bajarokê Îslahiye dibin dorpêçê deye û ji bo binçavkirina sucdaran hêzek zêde veguhestine herêmê.

Hêjayî gotinê ye Iraq dest bi komkirina çekan kiriye, lê heya niha gelek welatî û eşîrên Ereb çekên xwe radestî Iraqê nekirine.