Serokwezîrê Iraqê li Nînovayê ye

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî gihişt Nînovayê û ji aliyê walî ve hate pêşwazîkirin. Tê gotin Sudanî ji bo vekirina projeyên niştecihbûnê serdana Nînovayê kiriye.

Ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê ragihand ku beriya niha demek kurt serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî gihiştiye Nînovayê. Hate diyarkirin ku Sudanî ji aliyê waliyê Nînovayê Ebdulqadir Dexîl ve hatiye pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Sudanî ji bo vekirina projeyên niştecihbûn û xizmetguzariyê çûye Nînovayê.

Hêjayî gotinê ye piştî sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê ketin Nînovayê, beşek mezin ya Nînovayê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû talankirin. Piraniya xaniyan xirab bibûn. Tevî beşek mezin yê xaniyên Şengalê jî wêran bibû, lê heya niha Hikumeta Iraqê ji bo Iraqê tiştek pêwîst nekiriye.