Ronak Mecîd: Divê demek ji ya din zûtir mamosta Dilovan were azadkirin

BIRWA ESED/ROJNEWS

Endama RJAK’ê Ronak Mecîd derbarê mamosta Dilovan ya ku beriya 40 rojan li Kerkûkê hatiye binçavkirin de got; “Binçavkirina mamosta Dilovan binpêkirina dijî mafê jinane û tundûtujiya dijî jinane. Divê demek ji ya din zûtir Dilovan were azadkirin.”

Roja 18’ê Çileya 2024’an de siyasetmedar û şoreşgera Kurd Firyal Silêman Xalid ku ji bo xebatên hevbeş yên jinan serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, li taxa Serçinar ya Kerkûkê di encama êrişeke terorî de ji aliyê du kesên rûyê van girtî ve hate şehîdkirin. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê li şûna kujeran bigrin û ceza bikin, Berpirsa Ofîsa Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê Dilovan Ekrem Mamosta Dilovan Ekrem binçavkirin û heta niha jî nehatiye berdan. 40 rojin Dilovan dibin çavan deye û nehatiye berdan. Derbarê mijarê de endama RJAK’ê Runak Mecîd ji ajansa me re axivî.

Ronak Mecîd da zanîn ku li pêşiya wan 8’ê Adarê roja jinên Kedkar ên cîhanê heye û wiha pêde çû; “Divê hemû jin bi azadiyane têbikoşin, pêwîste her rêxistin yan jî partiyek jî bi azad daxwaza mafê xwe bike. Piştî qetilkirina jina têkoşer Firyal Silêman, berpirsa ofîsa Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan (RJAK) mamosta Dilovan li Kerkûkê hate binçavkirin.”

Ronak di dewamê ragihand ku li şûna kujer werin binçavkirin, xelkê bê suc tê girtin û wiha dom kir; “Em bang li hikumet û hêzên Iraqê dikin ku ji demek ya din zûtir mamosta Dilovan azad bikin. Ji ber ku ti sucek wî nîne. Pêwîst bû mamosta Dilovan niha azad ba û ji bo roja jinan dinava amadekariyan de ba.”

Di dawiya axaftina xwe de Ronak Mecîd got; “Binçavkirina mamosta Dilovan binpêkirina dijî mafê jinane û dikeve beşek ji tundûtujiya dijî jinan.”