Li parêzgeha Zîqar 75 kes hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Hindir ya Iraqê ragihand ku piştî şeva borî li bajarokê Îslahî ya ser bi parêzgeha Zîqar, di navbera du eşîran de şer derket, 75 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê hatin binçavkirin.

Wezareta Karê Hindir ya Iraqê ragihand ku duh bi şev li bajarokê Îslahî ya ser bi parêzgeha Zîqarê şer di navbera du eşîran de çêbûye. Wezaretê da zanîn ku piştî şer bajarokê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate dorpêçkirin.

Li gorî daxuyaniyê piştî bûyerê li bajarok operasyonek hatiye lidarxistin û 75 kesên tevlî şer bûn hatine binçavkirin. Herwiha hate gotin ku bi boneya lêkolînê tîmên Wezareta Karê Hindir şandine bajarok.

Hikumeta Iraqê demeke dest bi komkirina çekên di destê welatî û eşîran de kiriye. Wezaretê di daxuyaniya xwe de got ku tevî hewldanên wan yên ji bo komkirina çekdan dewam dikin jî, heya niha jî li gelek bajaran gelek kesan çekên xwe radestî hikumetê nekirine.

Hêjayî gotinê ye danê siharê jî Wezareta Karê Hindir ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev li bajarokê Îslahi ya ser bi parêzgeha Zîqar, di navbera du eşîran de şer derketiye. Wezaretê ragihand dema rêveberê Îstîxbarata Zîqar Ezîz Şelal Cehal ji bo rawestandina şer, li ser erkê xwe bû hatiye kuştin.

Rêveberê Îstixbarata parêzgeha Zîqar hate kuştin