Serhildana gel ya ji nav tarîtiya zilmê: Raperîn

BARAN GERMIYAN

Di dîrokê de gelê Kurd hertim bi qirkirin û komkujiyan re rûbirû maye. Komkujiyên herî mezin di dema Sedam Hisên de bi ser Kurdan pêkhat, lê ya niha dewleta Tirk a dagirker dijî Kurdan dike, ji vê ne kême. Dewleta dagirker jî weke Sedam Hisên rojane kîmyayê dijî Kurdan bikartîne. Gelê Başûrê Kurdistanê beriya 33 salan dijî zilma Sedam Hisên serî hilda, tevî 33 sal derbas bûn, îro gelê Başûrê Kurdistanê carek din bi komkujiyên dewleta Tirk re rûbirû maye.

Raperîn

Gelê Kurd hertim ji aliyê hêzên desthilatdar ve, hatine parçekirin û nexwestine Kurd jî weke hemû welatên din azad li ser welatê xwe bijîn. Bi parçekirina Kurdistanê re Kurdan ji cihû warên wan kirin, nehêlan bi ziman û çanda xwe bijîn û hertim bi qirkirin û komkujiyan re rûbirû man. Yek ji parçeyên Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê ye, Gelê Başûrê Kurdistanê bi raperîna xwe ya dijî rejîma Sedam Hisên tê nasîn. Raperîna destpêkê di 5’ê Adara 1991’an de li Ranyayê dijî rejîma Baasê destpê kir.

Sedam Hisên Mecîd di 16’ê Tîrmeha sala 1979’an de bû pêncemîn Serokkomarê Iraqê û heta 9’ê Nîsana 2003’an li ser desthilatê ma. Di dema desthilata Sedam Hisên de bi taybetî di salên 1980’an de zêdetirî 200 hezar Kurd hatin qetilkirin. Ev yek ji komkujiyên herî mezin bû ku di dîrokê de bi serê Kurdan hat. Vê zilm û zordestiyê jî wisan li gelê Başûr kir ku di 5’ê Adara 1991’an de yekem car li navçeya Ranyayê serhildan li dijî rejima Baas destpêbike û piştre jî derbasî tevayî navçe û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bû.

Meha Adarê ji bo gelê Kurd bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê mehek dîrokî ye. Ji ber ku di 5’ê Adara 1991’an de yekem çiruska serhildanê li Ranyayê destpê kir, piştre derbasî tevayî bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bû. Di 20’ê Adara heman salê de jî bi rizgarkirina bajarê Kerkûkê ji destê rejima Baas serhildan gihişt encamê.

Lê çend rojek piştî rizgarkirina Kerkûkê, rejima Baas carek din di 28’ê Adarê de êriş kir, destpêkê Kerkûkê dagirkir û piştre jî berê xwe da bajar û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê. Piştî vê êrişê gelê Başûrê Kurdistanê koçberî Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bû.

Koçberbûna gelê Başûr bû temamkerê serhildana gel. Ji ber ku ji ber koçberiya gelê Başûr devera aram hate damezrandin û rê li pêşiya artêşa Iraqê hate girtin ku ji xeta 36’an derbas neke. Her wiha ev devera aram ji bo firîna balefirên şer ên Iraqê jî hate qedexekirin. Lê Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û Xurmatû di jêr dagirkeriya rejima Baas de ma.

PKK çawa bû beşek ji serhildana gel?

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji destpêkê ve ji bo azadiya gelan têdikoşe û ji bo azadiyê bi sedan şehîd dane. Di Raperîna Gel a di sala 1991’an de gerîlayên Artêşa Rizgariya Gelê Kurd (ARGK) agirê Raperînê dibin herêmên Behdînan, Zaxo û gund û bajarokên wê, bi gel û eşîra Sindî re diçin ser baregehên rêjîmê û tevahiya herêmê ji artêşê paqij dikin.

Gelê Başûr têdigihê ku PKK hêza gelan e û gel PKK ye. Bi vê beşdarbûna gerîlayan a serhildana gelê Başûr ruhê serhildana Bakurê Kurdistanê bi serhildana Başûr re tevlîhev bû û ji bo têkoşînên netewî yên Bakur û Başûr, ku hev du temam bikin, bingehek hate avakirin.

Li ser vê bingehê di sala 1991’an de ji aliyê kadroyên Başûr ve ku ji bo parastina destkeftiyên têkoşîn û serhildana gelan di nava PKK’ê de têkoşîn dimeşandin di sala 1991’an de Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hate damezrandin. Lê di demeke kurt de ev partî rastî zexteke giran ji aliyê rayedarên partiyên Kurdî hat.

Serîhildan

Ji beriya serhildanê di serdema rejima Baas de welatiyên Kurd di çarçoveya desturê û hikûmraniya Iraqê de ji azadiyê, mafên xwe yên netewî hatibû bê par hiştin. Desthilata Sedam Hisên bi hişmendiyek faşîstane siyaseta helandinê bi ser Kurdan de dimeşand.

Berovajiyê cewhera peyam û armancên serhildana gelê Başûr, hikûmraniya Herêma Kurdistanê ket destê du hizbên desthilatxwaz de. Van hizban di warê siyasî û daxwazên serhildanê de gavek mezin paşde avêtin. Ku daxwazên serhildanê azadiya firkir û ramanê, dadperwerî, maf û daxwazên netewî, berjewendiyên giştî û parastina xakê bû.

Piştî serhildana gelê Başûr, hizbên desthilatdar ên Başûr li şûna jiyana gel xweş bikin, dest bi şerê navxweyî kirin û di encama van şeran de bi hezaran ciwanên Kurd dan kuştin. Piştre desthilata Sedam Hisên bi temamî rûxiya û di cihê wê de hikûmetek nû ya Iraqê hat avakirin, ji ber hatina budceyê di warê aborî de rewşa gel hinek ber bi başbûnê ve çû. Lê azadiya wê demê jî wekî ya niha nebaş bû.

Ezmûna 33 salên hikûmraniya Kurdî ji aliyê gelê Herêma Kurdistanê ve wek ezmunek binkeftî û berevajiyê cewhera serhildanê tê pênase kirin. Hejarî, bêkarî, cûdakarî, koçberî, binkeftina îdarî, bê dadî, zeftkirina azadiyan ji aliyê desthilatê ve wek diyartirîn sîmayê vê ezmûnê tên zanîn.

Ji beriya serhildanê, li Herêma Kurdistanê berhemên navxwe û çandiniyê zêdetir bû. Lê piştî ku Hikûmeta Herêmê li ser lingê xwe rawestiya, piraniya gel xist çekdarên hizbî û girêdayî muçe kir. Ji ber vê yekê berhemên çandiniyê hema bêje namaye û gel ji gundan berê xwe dan bajaran. Niha jî rewş wisan lêhatiye ger mehek muçe neyê dayîn wê jiyana welatiyan gelek zehmet bibe û ev rewş ji bo desthilatê bi xwe jî bûye sedama bargiraniyê. Ji xwe rojane karmend, mamosta û welatiyên Herêma Kurdistanê dijî nedayîna mûçe dadikevin kolanan.

Li cihê Sedam, Erdogan hat

Yek ji armancên din ên serhildan û şehîdên ku li dijî rejima Baas xwîna xwe rijandin, azadiya xakê û mirovan bû. Lê wekî tê dîtin piştî 33 salan hîna gelek xaka Başûr dibin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Îro li şûna Sedam Hisên, dewleta Tirk a dagirker bi dehan baregeh li nav xaka Başûrê Kurdistanê avakiriye. Dewleta Tirk bi eşkere ketiye nav bajarên Başûr, baregehê MÎT’ê lê avakiriye û ji nav xaka Başûrê Kurdistanê rojane bi balafirên bê mirov şoreşger û xelkê sivîl ê Kurd dike hedef.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî destkeftiyek zêde ya aborî, neft, bax û deriyên sînor û çavkaniyên din ên dahatê, îro ji ber ku çavkaniyan hemû radestî Erdogan kiriye, deyndare. Herwiha bi peymana 50 salî ya li gel dewleta Tirk rastî krîza aborî, siyasî û civakî bûye û gihîşteyê wê astê ku mûçeyên karmendên xwe nade.

Bêkarî

Li gorî daneyan, roj bi roj hejarî li Herêma Kurdistanê zêde bide. Li gorî daneyên nefermî di sala 2013’an de rêjeya bêkariyê ji sedê 7 bû, lê piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara aboriya serbixwe da, di sala 2022’yan de rêjeya bêkariyê gihişt sedî 30. Li gorî standartên cîhanê nabe rêjeya bêkariyê ji sedê 5 derbas bike. Li gorî daneyên Sendîkaya Karkeran tenê di sala 2020’an de li Herêma Kurdistanê 14 karkeran di dema kar de jiyana xwe jid est dane.

Koçberiya beri bi Ewropayê

Li Herêma Kurdistanê gelek ciwan berbi welatên derve koç dikin û bûye weke diyardeyekê. Li gorî Saziya Lutke ya Karûbarên koçber û penanbaran, tenê ji sala 2015’an heta 2020’an 596 hezar û 273 kesan li Iraq û Herêma Kurdistanê berbi derveyî welat koç kirine. Serokê Dezgeha Lûtke ya ji bo karûbarên penaberan Arî Celal, diyarkir di salên borî de zêdetirî 548 welatiyên Herêma Kurdistanê di dema koçberiya ber bi welatên Ewropayê ve jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne.

Piştî raperînê û şerê navxweyî bi sed hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê berbi welatên cîhanê ve koçber bûn.

Azadî

Niha azadiya raman û rojnamegeriyê di rewşek metirsîdar de ye. Bi taybet li herêma di bin kontrola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ye, bi sedan rojnameger, aktîvîst û ciwan hatine binçavkirin û girtin, di girîgehan de ne. Bi îdiaya sîxûrtiyê yan jî ji ber beşdarbûna çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rojnameger, aktîvîst û ciwan tên cezakirin. Îro hîn jî doza girtiyên Behdînanê dewam dike û bi dehan rojnamevan û aktivîst di girtîgehê dene.

Armanca Raperînê!

Gelê Başûrê Kurdistanê bi hêviya bikevin rewşek baş, bi fikir û ramanê xwe, bi azadiyane jiyan bikin dijî rejîma Baasê serî hildan û bi serketin. Lê îro ew xeyal û xewnên wê demê, tenê di gotinê de maye. Desthilata îro li Başûrê Kurdistanê, roj bi roj zextên li ser rojnamevan, karker û welatiyên Herêma Kurdistanê zêde dike. Bi taybet PDK îro bi hevkariya xwe ya deweta Tirk re hema bêje dagirkeriya dewleta Tirk gihiştiye asta herî jor. Îro êdî welatiyên Başûr nikarin bi azadiyane biçin cihên seyrangehan jî. Xelk ji tirsa dewleta Tirk li gundên xwe nikarin derbikevin. Rojane dewleta Tirk êrişî xelkê sivîl dike û qetil dike. Gelê Başûr bi hêviya Sedam çû, emê dest bi jiyanek nû bikin serîhidan, lê îro bi hevkariya PDK’ê Sedamê dûyem Erdogan hatiye.!