Amadekarî û bangewaziyên ji bo beşdarbûna Newroza li Qendîlê destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Amadekarî û bangewaziyên ji bo beşdarbûna gel ya ji Cejna Newrozê ya li Binarê Qendîlê re, ji niha ve destpêkirine. Endamê Komîteya Amadekariyên ji bo Cejnê Hacî Azad bang li gel kir ku bi coş û keyfxweşiya salên borî beşdarî Newroza îsal ya li Binarê Qendîlê bibin.

Wek salên borî, îsal jî di 21’ê Adarê de li Binarê Qendîlê, Cejna Newrozê wê bi şahiyek mezin û beşdarbûna gelek hunermendên diyar ên Kurd were lidarxistin. Amadekarî û bangewaziyên ji bo beşdarbûna Cejna Newrozê ya li Binarê Qendîlê ji niha de destpêkirine.

Endamê Komîteya Amadekariyên ji bo Cejna Newrozê ya li Binarê Qendîlê Hacî Azad di derbarê amadekariyên Cejnê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Newroz boneyek nîştîmanî û neteweyî ye. Divê hemû salan Newroz were pîroz kirin. Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku vê cejnê geş bikin. Newroza îsal di meha Remezanê de ye, em daxwaz ji gelê xwe dikin ku her du Cejnan li hev bikin û wek salên borî bi coş û keyfxweşî beşdarî Newroza îsal bibin.”

Hacî Azad her wiha diyar kir ku li Binarê Qendîlê amadekarî destpêkirine, hemû rêkar û pêdawîstî hatine amadekirin, her wiha ji bo kesên ku bixwazin beşdar bibin dê ji bajaran otobus bên peydakirin.

(fk)