Ji ber sermayê gola herî bilind a Başûrê Kurdistanê û Iraqê cemed girt

BALEKAYETÎ-ROJNEWS

Ji ber pêla serma û kêmbûna pileyên avhewayê li Balekayetî hemû kanî û çavkaniyên avê cemed girtine. Yek ji wan jî Gola Kanî Best ye ku bilindtirîn gola Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Vê yekê jî dîmenek xweş daye golê.

Gola Kanî Best ya dikeve devera Balekayetî ku gola herî bilin a Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye, ji ber hatina pêla sermayê û ketina pileyên avhewayê bi -10 pileyan, bi temamî cemed girtiye û bûye parçeyek ji qeşayê. Ev dîmen jî bûye sedema serdana geştyaran ku salane ji bo dîtina wê serdana herêm dikin.

Yek ji geştyarên ku berê xwe daye vî cihî Omer Ehmed di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Gola Kanî Best yek ji gol û cihên herî xweşik ên Kurdistanê tê dîtin. Ji ber vê yekê jî di rêjeyek zêde de geştyar serdan dikin û bûye cihek giring yê geştyaran. Li Kurdistanê taybet li Balekayetî gelek çavkaniyên avê, kanî û gol hene. Lê Gola Kanî Best her çar werzan ciwaniya xwe dide der. Taybet di werza zivistanê de ji ber qeşa û cemeda ku digire, gelek bala geştyaran dikişîne ser xwe.”

Hîwa Mihemed jî ku wênegirek yê herêmê ye wiha li ser xweşiktiya gola Kanî Best axivî: “Ji ber hatina pêla sermayê ya li Balekayetî, Gola Kanî Best bi giştî wek parçeyek ya qeşayê lê hatiye û dîmenek gelek ciwan derketiye holê. Ji ber wê jî geştyar tevî vê sermayê timî serdana vî cihî dikin û pê re wêneyan dikişînin û parve dikin. Ji wênegiran re Gola Kanî Best giringiyek xwe ya mezin heye. Ji ber ku di hemû werzan de xweşike û balê dikişîne. Wênegir jî ji bo kişandina wêneyan berê xwe didin golê.”

Gola Kanî Best golek xwezayî ya Kurdistanê ye û dikeve navbera her du çiyayên Koxe û Şêx Nasir de. Bi dûrahiya 8 km dikeve rojhilatê Qesrê ya li devera Balekayetî. Gola Kanî Best hezar û 700 metreyan ji asta deryayê bilinde. Wêneyê wê li ser 50 hezar dînarê Iraqê hatiye nexşandin.

(fk)