Rêveberiya Xweser a Şengalê daxwazên gel ji Sudanî re ragihand

ROJNEWS-ŞENGAL

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi cara yekem îro serdana Şengalê kir û li gel çend hevdîtinan civîna Encûmena Parêzgeha Mûsilê jî kom kir. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxwaznameya gel a ji 12 xalan pêk dihat pêşkeşî Sudanî kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî îro ji bo cara yekem serdana Şengalê kir. Serokwezîr Sudanî danê nîvro di ser Mûsilê re xwe gihand Şengalê û çû baregeha Firqa 20 ya artêşa Iraqê. Serokwezîr Sudanî li vê derê bi pekhateyên Şengalê, serokeşîr û kesayetên Şengalê re civiya. Her wiha li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo û ji Desteya Eşayîrî Seîd Milhim jî tevlî vê hevdîtinê bûn.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Serokwezîr Sudanî di hevdîtinê de derbarê vegera Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê, ji nû ve avakirina Şengalê û diyarkirina îdareya nû ya Şengalê de çend peyamên esasî dane û rojeva hevdîtinê di vê çarçoveyê de pêşketiye.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Sudanî diyar kiriye ku wê heya Tîrmeha 2024’an kampên li Başûrê Kurdistanê bi temamî werin girtin û hemû Êzidiyên li kampan vegerin Şengalê. Her wiha Serokwezîr Sudanî destnîşankiriye ku piştî vegera gel îdareya nû ya Şengalê wê ji gelê Şengalê were avakirin.

Yek ji biryarên girîng ê di hevdîtinê de hatiye ziman jî ew e ku, budçeya (mîzanî) Şengalê ku heya niha di nav budçeya giştî ya parêzgeha Mûsilê de bû were veqetandin ango budçeya Şengalê ji niha û pê ve xweser be.

Hêjayî gotinê ye ku, Encûmena parêzgeha Mûsilê bi beşdariya Serokwezîr Sudanî li Şengalê civiya.

Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxwazên gelê Şengalê bi awayeke nivîskî gîhandiye Serokwezîr Sudanî.

Çend daxwazên esasî yên ku ji Sudanî re hatine pêşkeşkirin wiha ne;

– Îdareya nû ya Şengalê li gorî rêjeya pêkhateyan û ji xelkê Şengalê were avakirin.

– Îdareya Şengalî ne du alî be, îdareya wê ( wekî qeymeqam û mûdir nahiye ) were yekkirin.

– Cih û erdên ku di dema Sedam Hisên de ji îdareya Şengalê hatine qutkirin, carek din vegere ser bi Şengalê ve (Wekî mînak Tilezêr).

– Şengal bibe parêzgeh an jî îdareyeke serbixwe ya girêdayî hikumeta Iraqê

– Ji bo kesên ku deste wan di fermana 2014’an de hene, doz were vekirin û ev kes werin darizandin

– Ji bo avakirina Şengalê sindoqek taybet were danîn û budçeyeke taybet jê re were veqetandin.

– Ji bo kesên ku di fermanê de zirar dîtine daîreyeke taybet were danîn da ku zirar û ziyan were tazmînkirin.

– Li gorî madeya 116 û madeya 125 ya Destûra Iraqê; mafên îdarî, siyasî, çandî û perwerdehiyê yên ku ji pêkhateyên Iraqê re hatine dayîn, ji Şengalê re jî ev maf were dayîn.

(fk)

Serokwezîrê Iraqê li Şengalê ye