Sudanî biryar da 50 milyar dînar ji bo avadanîkirina Şengalê were veqetandin

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji endamên encûmena parêzgeha Nînowa re ragihand ku jenosîda Şengalê semboleke din a qurbanîdan û berxwedanê ya dîroka Iraqê ye û biryar da ku di yasaya bûdceyê de 50 milyar dînar ji bo sindoqa avadankirina Şengalê were terxankirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî îro ji bo cara yekem serdana Şengalê kir. Serokwezîr Sudanî danê nîvro di ser Mûsilê re xwe gihand Şengalê û çû baregeha Firqa 20 ya artêşa Iraqê. Serokwezîr Sudanî li vê derê bi pekhateyên Şengalê, serokeşîr û kesayetên Şengalê re civiya. Her wiha li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo û ji Desteya Eşayîrî Seîd Milhim jî tevlî vê hevdîtinê bûn.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li Şengalê li gel encûmena parêzgeha Nînowayê kombûye û di derbarê pêşdebirin û pêkanîna projeya avadanîkirina Şengalê de guftugokirine.

Di civînê de Sudanî ragihand ku pêwîstiya parêzgeha Nînowayê ji ber wêraniyên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de çêbûne, bi hewl û karên du qat zêdetir heye, da ku hemû pirsgirêkên welatiyên wê werin çareserkirin.

Her wiha Sudanî di civînê de destnîşan kir ku ya ku parêzgeha Nînowayê cuda dike dewlemendî û cîhê wê yê erdnîgarî ye ku wê dike navendeke aborî ya girîng li ser asta neteweyî, ji ber wê divê sektora taybet li Nînowayê were piştgirîkirin û ji destdirêjiyê were parastin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî eşkere kir ku jenosîda Şengalê semboleke din a qurbanîdan û berxwedanê ya dîroka Iraqê ye û biryar da ku di yasaya bûdceyê de 50 milyar dînar ji bo sindoqa avadankirina Şengalê were terxankirin.

Hêjayî gotinê ye ku îro Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya li Şengalê de bi pekhateyên Şengalê, serokeşîr û kesayetên Şengalê re civiya. Her wiha li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo û ji Desteya Eşayîrî Seîd Milhim jî tevlî vê hevdîtinê bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxwaznameya gel a ji 12 xalan pêk dihat pêşkeşî Sudanî kir.

(fk)